18'ê Tîrmeha 1908'an: Rêwiya aştiyê Mildred Ryder ji dayik bû

  • 09:01 18 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Mildred Ryder a ji bo aştiyê teşwîq bike 28 salan ji 25 hezar milî zêdetir meşiya, ji dayik bû. 
 
Rêwitiya wê ya aştiyê di 1'ê Çileyê ya 1953'yan de li Californiayê dest pê kir. Mildred di 1981'ê de di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1947: Li Singapurê jinan mafê xwe yê hilbijartinê bi dest xistin. 
 
1948: Parêzvana mafê LGBT'yan, aktivîst û nivîskar Jeanne Cordova ji dayik bû. Bi xebatên xwe yên derbarê LGBT'yan de, Xelata Edebiyatê ya Lambdayê girt. 
 
2009: Platforma Jinê ya li dijî Tundiya Zayendî li Pirtûkxaneya Feminist a Amargi foruma derbarê destdirêjiya li kar, li dar xist. 
 
2020: Ji lehengên serhildana anti-faşist a Fransayê Cécile Reims a cihû jiyana xwe ji dest da. Cécile, gravurkar û nivîskar bû. 
 
2020: Tecawiz, destdirêjiya li dijî zarokan li Şirnex, Êlih û Agiriyê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Li Îzmîrê jî Meclîsa Jinê ya HDP'ê êrişên zayendî yên leşkeran ên li dijî zarokên li Şirnex û Êlihê şermezar kir. 
 
2021: Di Mîhrîcana 74'emîn a Filîman a Cannesê de Xelata Palmiye ya Zêr ji bo filîmê Titane hat dayin. Derhêneriya filîmê Titane ji aliyê Julia Ducournau hat kirin.