8'ê Tîrmeha 2016'an: Leşkerên destdirêjî kirin derketin pêş darazê

  • 09:01 8 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di şerê navxweyî yê Perûyê de leşkerên Artêşa Perûyê destdirêjî li gelek jinan kirin. Piştî 30 salî şûnde li ser gilîkirina jinan di 8'ê Tîrmeha 2016'an de 14 serbaz hatin darizandin. Parêzvanên mafên mirovan ên Perûyê banga darizandina "lezgîn û zelal" kirin lê belê nayê payin ku doz berî du salan bi encam bibe. Tê texmînkirin li dora 5 hezar jinî bi destdirêjî re rû bi rû man. 
 
Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
2019: Li Amedê rêxistinên jinan ên bi Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê faliyet didan meşandin ji bo balê bikşînin ser cinayetên jinan bajar bi rengê xemrî û reş xemilandin. 
 
2020: Jinên ciwan ên enternasyonalîst û Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ava kirin. Bi civîna 2 rojî dewam kir avakirina tevgerê hat îlankirin.