7'ê Tîrmeha 1456'an: Jeanne d’Arc piştî hat şewidandin bi 25 salan hat bereatkirin

  • 09:01 7 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Jeanne d’Arc, di dîroka Fransayê de navdar e, piştî hat şewidandin bi 25 salan hat bereatkirin. Di sala 1412’yan de li Fransayê hat dinê. Şerê Sedsalî ya di nav bera Fransa û Îngilistanê jiyaye. Li dijî Îngilistanê di nav têkoşînê de bû û bi vê têkoşînê navdar bû.
Jeanne d’Arc, ispat kir ku jin jî dikarin bibin şervan. Jeanne, di encama îxanetê de hat girtin, bi biryara dadgeha engîzisyonê ya Îngilistanê, hêj 19 salî bû, di 30'ê gulana 1431'an de li bajarê Rouen li ber çavê 10 hezar kesî hat şewidandin. Jeanne, di 7'ê tîrmeha 1456’an de ango piştî 25 sal şûnde bereat kir. Heman dadgeh piştî 490 sal şûnde Jeanne wekî "cindê" îlan kir. 
 
Di dîrokê de hinek bûyerên din yên derketin pêş wiha ne:
 
1861: Zanyara Amerîkî Nettie Maria Stevens, cara yekem kromozomên zayendan keşf kir, îro hat dinê. Nettie derbarê biyolojîya zayendê de her tim di nav lêkolînan de bû. Bi taybetî ser kromozomên kezikan lêkolîn dikir. Dema ku Nettie vê keşfê kir ev dem ji bo lêkolînêrên jin zehmet bû, ji ber ku bi zextan re rûbirû diman. Nettie, di 4'ê gulana 1912’yan de hêj 51 salî bû ji ber penceşêra memikan jiyana xwe ji dest da. Bi saya Nettieyê îro kromozon bi X û Y'ê tê pênasekirin. 
 
1905: Zanyara matematîkê ya fransî Marie-Louise Dubreil-Jacotin îro hat dinê. Cara yekem jinek bi matematîkê re eleqeder dibû. Marie di 19'ê cotmeha 1972’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Ozgecan Aslan li Tarsûsa Mêrsînê di 11'ê sibata 2015’an de bi hovane hat qetilkirin. Jinan ji bo kujer ceza bigire kampanyayek dan destpê kirin û xwestin "Pêşnûmeqanûna Ozgecanê" bê qebûlkirin. Di çarçoveya kampanyayê de milyonek îmze hat komkirin û pêşnûme qanûnê pêşkeşî Serokatiya Parlamentoyê kirin. 
 
2020: Sevîl Rojbîn Çetîn aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), di 26'ê hezîranê de ji hêla polîsan ve bi îşkenceyeke hovane re rûbirû ma û bi kuçikan êriş birin ser. Îro dadgeha Mêrdinê bi hinceta "Endama rêxistinê ye" biryara girtina Rojbînê da. 
 
2020: Ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê endamên Piştevaniya Jinan a Kirkyama û FeminAmfi bi ser Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Civakî û Malbatê ya Stenbolê de girtin û ji baceyê pankarta “Êdî Bes e" daliqandin. Jinan di çalakiyê de dirûşmên wekî “Em bêdeng nabin, em natirsin û îteatê nakin" berz kirin. Jin ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. 
 
2020: Lîstîkvana navdar Jale Aylanç jiyana xwe ji dest da. Jale, di 23'yê adara 1948’an de hat dinê. Jale di gelek fîlman de rol girt.