6'ê Tîrmeha 1912'yan: Aktîvîst û Feminist Mary Alexander ji dayik bû

  • 09:01 6 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Jina DYA'yî ya feminist, sosyalîst û rêveber Mary Alexander, di 6'ê Tîrmeha 1912'de ji dayik bû. Marî ya ku wekî "Molly" jî dihat binavkrin, wekî aktîvîsteke siyasî asîstaniya Eeanor Roosevaelt jî kiriye. Marî ya ku ji Rêxistina Neteweyî (NOW) re jî heta 1991'ê 8 salan serokatî kiriye, di 21'ê Îlona 2005'an de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku qewimîne wiha ne:
 
1823: Carîn Sophie Adlersparre née Leijonhufvud îro hat dinê. Li Swêdê yek ji pêşenga Tevgera Mafên Jinan a sedsala 19'an bû. Carîn, cara yekem li Îskandinavyayê Kovaka Home Review a Jinan ava kir. Di kovarê de hem edîtorî kir û hem jî nivîskarî. Her wiha li Swêdê di nav damezirandina Komeleya Fredrîka Bremerê ya Rêxistina Mafê Jinan a herî kevnar cih girt. Carîn endamtiya komîteya dewleta Swêdê jî kir. Di 27'ê hezîrana 1895'an de li Stromê jiyana xwe ji dest da. 
 
2013: DOKH'ê ji bo ku mafên jinan bike bin ewlehiya qanûnê kampanyaya 1 milyon îmze da destpêkirin. 
 
2013: Jinên di çalakiya Geziyê de, li dijî destdirêjiya polîsan li Stenbol û Enqerê çalakî pêk anîn.
 
2021: Peşnûmeya destûra bi pere ya ji bo 8'ê Adarê ya ku ji hêla jinên ku di Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Odeyên Tabiban de dixebitin di 73'yemîn Kongreya Mezin a TTB'ê hat pêşniyarkirin hat qebûlkirin. Her wiha di kongreyê de Pêşnûmeya Piştevaniya Wekheviya Zayendî ya Civakê û Rawestandina Şîdeta Zayendî hat qebûlkirin. 
 
2022: Komeleya Pêşxistina Mafê Tenduristiyê ya Jinan (Kadinsa) hat avakirin.