5’ê Tîrmeha 1857’an: Clara Zetkîn hat dinê

  • 09:01 5 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 5’ê Tîrmeha 1857’an de yek ji pêşengên sosyalîst û parêzvana azadiya jinan Clara Zetkîn hat dinê. Clara nivîskar, mîlîtan û îdeolog bû. Clara şoreşgerek bi înat û biryar bû. Clara li ser mijarê wekê mafê dengên jinan, wekheviyê jî sekinî û hewl da tevgera jinan a demokrat sosyal pêş bixîne.
 
Ji 1891’ê heta 1917’an  edîtoriya rojnameya jinê Dîe Gleîchheît ya Partiya Demokrat a Sosyal kir. Di 1910’an de di Konferansa Jinan a Sosyalîst ya Navneteweyî ya girêdayê 2’yemîn Enternasyonal bû, bi Rosa Luxemburg re ji bo bîranîna karkerên jin yên di şewata fabrîqayê de jiyana xwe ji dest dan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peşniyar kir û pêşniyar bi yek dengî hat qebûlkirin.
 
Dema yekemîn şerê cîhanê dest pê kir, gelek hevalên wê ji dozê dûr ketin lê wê helwesta xwe ya li dijî şer berdewam kir. Di 1920’an de endama Partiya Komunîst a parlamentoya Alman hat hilbijartin. Di 1924’an de bû endama ofîsa navenda KPD’ê û ji 1927’an heta 1929’an endama komîteya navenda partiyê bû. Ji 1921’ê heta 1933’an di komîteya îdarî ya Komîntern de cih girt. Di 1932’an de ji ber kidema xwe bû seroka Reîchstag. Salên xwe yên dawî li Yekitiya Sovyetan derbas kir û di 1933’an de li Moskovê jiyana xwe ji dest da û hat definkirin.
 
Di dîrokê de hinek bûyerên din yên derketin pêş wihane:
 
1806: Hîndekar û aktîvîsta mafê jinan Macar Kontes Blanka Telekî Sezek hat dinê. Blank li cîhanê pêşenga perwerda jinê tê qebûlkirin.
 
1900: Sporîsta îngîlîz Charlotte Cooper bû şampiyona yekem a jin ya olîpîyata dema modern.
 
1909: Peykertraş û îllustrato Marîon Wallence Dunlop ku ji bo mafê dengan a ji bo jinan têkoşiya, li Londonê di girtîgehê de ket greva birçîbûnê.
 
1914: Li Parîsê  6 hezar jin ji bo mafê dengan a ji bo jinan meş pêk anîn. 
 
1922: Li Hollandayê jinan di hilbijartinan de cara yekem deng bikaranîn. Di hilbijartinên herêmî de ji 7 partî yek jinek parlamenter hat hilbijartin.
 
1941: Li Panamayê ji bo jinên perwerdekirî mafê hilbijartinê hat dayîn.
 
1952: Li Tirkiyeyê yekem doktora tipê û perwerda tipê daye Safiye Alî jiyana xwe ji dest da. 
 
1952: 7’emîn Konferansa Hiqûqnasên Jin ya Navneteweyî li Stenbolê dest pê kir.
 
1962: Li Cezayîrê jinan mafê hilbijartinê bidestxistin.
 
2003: Li Kuveytê jinên ku mafê bikaranîna dengan ji bo wan qedexe bû,  deng avêtin sindoqên temsîlî û protesto kirin.
 
2004: Li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bi qanûna hat qebûlkirin re li şaredariyan hat ferzkirin ku stargeh bên vekirin.