4'ê Tîrmeha 1934'an: Zanyara xwediyê Xelata Nobelê Marie Curie jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 4 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Marie Curie, yekem zanyara jin ku Xelata Nobelê wergirt, jiyana xwe ji dest da. Navê wê bi dirêjahî Marie Curie Maria Salomea Sklodowska ye. Marie di 7'ê mijdara 1867'an de li Warsaw, Polonya ji dayik bû, di 1876 de dê û xwişka xwe winda kir. Li gorî pergala perwerdehiyê ya li Polonyayê, keçên ku dixwestin perwerdeya teknîkî an zanîngehê bibînin, neçar bûn ku biçin dervê welat. Marie ji bo perwerdehiya xwe çû Parîsê. Li vir, Marie perwerdeya xwe ya yekem di fîzîkê de û paşê di matematîkê de wergirt.
 
Marîa di sala 1934'an de ji ber pençeşêra xwînê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1838: Li bajarokê Silkstone, yê Îngilîstanê, lehî rabû û ji ber ava ku ket kana madenê gelek ji wan zarokên keç 26 kes mirin. Vê karesatê Qanûna Maden û Kanên Komirê ya 1842'an guhert û piştî vê hat qedexekirin ku jin û zarok li binê erdê bixebitin.
 
1919: Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya Mafên Jinan a li Îngilîstanê hat qebûlkirin, jinan mafên nû bi dest xistin. 
 
2010: Akademîsyen, nivîskar û rexnegir Fûsun Akatli ku di avakirina Pirtûkxaneya Xebatên Jinê de cih girtibû, îro di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest da.
 Akademîsyen, nivîskar û rexnegir Fusun Akatli îro koça dawî kir. Fusun di sala 1944'an de li Stenbolê hatiye dinê. Fusun ku di vê beşê de dest bi karê asîstaniyê kir, bi hesreta xwe ya mamostetiyê derbasî Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hunerên Xweşik bû û dest bi dersên Dîroka Felsefeyê, Felsefeya Hunerê, Teoriya Agahiyê û ya Ziman kir. Fusun a ku bi helbestvan Metîn Altiok ê ku li Madımakê hat qetilkirin re zewicî bû ji vê zewaca xwe Zeynep Altiok anî dinê û piştî bi demekê dawî li zewaca xwe anî. Fusun di sala 1989'an de li ser banga hevala xwe Şîrîn Tekelî beşdarî avakirina Weqfa Pirtûkxaneya Xebatên Jinê û Navenda Ragihandinê bû. Ji sala 1990’î heta mirina xwe di pêşxistina vê saziya ku damezrînera wê bû de cih girt û di rêveberiyê de cih girt.
Fusun di 4'ê Tîrmeha 2010'an de jiyana xwe ji dest da.
 
2014: Peymana Stenbolê ya ku armanca wê pêşîlêgirtina şîdeta li ser jinan û şîdeta nav malê ye, ji aliyê Fransayê ve jî hat erêkirin. Fransa bû welatê 13'emîn ku ev peyman pejirand.
 
2017: Danişîna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan a berê Fîgen Yuksekdag ku parlamenteriya wê hat xistin, piştî 242 rojên ku girtî ma daneşîna doza wê ya yekem hat dîtin.