3'yê Tîrmeha 2015'an: Metna 'Em di aştiyê de bi israr in' hat weşandin

  • 09:01 3 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
 Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Jinên Anarşîst, Kolektîfa Femînist a Enqerê û gelek saz û rêxistinên jinan a Tirkiyeyê li dijî şer metna "Em di aştiyê de bi israr in" weşandin. Jinan bi metna xwe bang li siyasetmedar, medya û jinan kir ku ji bo pêkanîna aştiyê bikevin nava hewldanan. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro dî dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1860: Nivîskara femînist a emerîkî Charlotte Perkins Gilman îro hat dinê. Ji ber ku bavê wê mal terikandin malbat neçar man ku bi tena serê xwe bijîn. Charlotte gelek caran neçar ma ku mala xwe bar bikin û ji ber vê sedemê jî perwerdeya ku dîtin kêm dima. Di sala 1884'an de wênesaz Charles Stetson re zewicî. Keçikek wan çêbû û 10 sal zewicî ma. Di nav 10 salan de derûniya wê têk çû bi tedawiyên eceb re rûbirû ma. Ji ber ku nedikari keça xwe binêre xemgin dibû. Pirtûka ku piştî welîdînê li ser derûniya xwe nivîsî di sala 1892'yan de bi navê "Kaxezên zer ên dîwarê" hat weşandin. 
 
2014: Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) di 28'ê hezîranê de li Stenbolê bi navê "Jin pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin, di aştiyê de israr dikin" konferansek li dar xist û encamnameya konferansê aşkera kirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ji bo temsîliyeta jinê ya wekhev dê bi aktîftir tevlî pêvajoya çareseriyê bibin û dê xebata heqîqetê ya ku jin di şer de çi dijîn pêk bînin. Her wiha di encamnameyê de hat diyar kirin ku divê hevdîtina bi lêzgin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin. 
 
2018: Li Tunusê cara yeke jinek wek hevşaredar hat hilbijartin. Jina bi navê Suad Abdurrahîm ji partiya muhafazakar e. Suat, piştî ku bi ser ket ew peyan da "Ez vê serkeftinê diyarî hemû jinên welatê xwe dikim." Suat li dijî 22 dengan, bi 26 dengên endamên meclîsê yên şaredariyê girt û bi ser ket.
 
2022: 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê bi dirûşma “Çareserî em in û serkeftin ya me ye” pêk hat.