1'ê Tîrmeha 2021'ê: Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê teqez bû

  • 09:02 1 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan di 20'ê Adara 2021'ê de di şevekê de biryarnameyek derxist û biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê da. Di 1'ê Tîrmeha 2022'yan de biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1873: Derhêner Alice Guy-Blachê îro hat dinê. Li gorî qeydên fermî 350 û li gorî ne qeydên fermî hezar fîlm kêşandiye. Tê zanîn ku heta sala 1906'an jineke yekem bûye ku derhênerî kiriye. 
 
1961: Prensesa Gallerê Diana Frances îro hat dinê. Diana hevjina Charlesê bû. Diana di axaftina xwe ya BBC’ê de bi zelalî axivî bû. Bi daxwaza Keybanû Elizabeth û serokwezîr di sala 1996’an de ji Charlesê veqetiya. Ji bo vê hat diyarkirin ku heke carek din bizewice dê unvana prensesiyê jê bê girtin. Di 31'ê tebaxa 1997'an de di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Mirina Dianayê wek “suîkastekê” tê nirxandin. 
 
2015: Ji hêla Şaredariya HDP'ê ya Qelqeliya Wanê ve Meclîsa Jinan hat avakirin. 
 
2016: Şandeya ku ji Konferansa Jinan a Cîhanê pêk dihat serdana Kongreya Jinên Azad (KJA) kir. 
 
2017: Rojnameger Şîfa Gerdî (Şîfa Zikrî Îbrahîm), di 1'ê tîrmeha 1986’an de li Urmiyeyê Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Şîfa di sala 2006’an de li Zanîngeha Selahaddînê ya Herêma Federal a Kurdistanê perwerdeya rojnamegeriyê girt. Piştî perwerdeyê dest bi xebatan kir. Şîfa, di 25'ê sibata 2017'an de li Musûlê di encama kemîna DAIŞ'ê de hat qetilkirin. 
 
2018: Ji hêla Komîteya Jineolojiyê ya Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em ê berxwedana jinê li Efrînê bilind bikin û jinên cîhanê dê li hemberî faşîzmê serî rakin" xebateke atolyeyê dan destpêkirin. Ji bo atolyeyê 6 kon li ber qeraxa Çemê Firatê hat avakirin. 40 jin tevlî atolyeyê bûn.