30'yê Hezîrana 1996'an: Zîlan çalakiya xwe pêk anî

  • 09:01 30 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
25 sal beriya niha Zeynep Kinaci, li Dêrsîmê di 30’yê Hezîrana 1996’an de li dijî binpêkirin û îxanetê çalakiyek pêk anî û bû sembola berxwedanê. 
 
Zeynep di 10’ê tebaxa 1971’ê de li gundê Elmali yê Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî. Di 1994’an de di meha tebaxê de li Edeneyê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî Tevgera Azadiyê û navê Zîlanê digire.
 
Sala 1996’an pêvajoyeke ku rêveberiya Tirkiyeyê her cureyên mudaxaleya leşkerî û rêbazên kuştinên kiryar nediyar pêk dianî bû. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Ev hewldan vala derketibû. Zîlanê li dijî êrişan çalakiyek amade kir. Zîlanê di sala 1996’an de bi kelecanek mezin li parqê rûnişt, weke hêrsa bi salan di dilê wê de bû, li saeta xwe mêze kir û rabû ser piyan. Qêrinek ji Dêrsîmê hat. Ev qêrîna Zîlanê bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zîlanê wiha gotibû “Zîlan manîfesto ye. Banga azadiyê ye. Ew êdî sembola berxwedanê ya jinên kurd e.”
 
Di dîrokê de hin geşedanên din ên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:
 
1912: Avahîsaz Marîa Luisa Dehesa Gomez Farîas di sala 1912’yan de li Meksîkayê hat dinê. Cara yekem jinek li vî welatî ji beşa avahîsaziyê mezûn bû. Li Herêma Federal a Mexico Cityê nêzî 50 salî xebitî û di 11'ê adara 2009’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1966: Li Amerîkayê Rêxistina Jinan a Neteweyî (NOW) hat avakirin. Rêxistin di Konferansa Komîsyona Statuya Jinan a Netewî de hat avakirin. Ada Allness, Mary Evelyn Benbow, Gene Boyer, Shirley Chisholm, Analoyce Clapp, Kathryn F. Clarenbach, Catherine Conroy, Caroline Davis , Mary Eastwood, Edith Finlayson, Betty Friedan, Dorothy Haener, Anna Roosevelt Halstead, Lorene Harrington, Aileen Hernandez, Mary Lou Hill, Esther Johnson, Nancy Knaak, Min Matheson, Helen Moreland, Pauli Murray, Ruth Murray, Inka O'Hanrahan, Pauline A. Parish, Eve Purvis, Edna Schwartz, Mary-Jane Ryan Snyder, Gretchen Squires, Betty Talkington û Caroline Ware di avakirina rêxistinê de cih girtin. 
 
2018: JIN TV di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de hat vekirin û piştî 3 meh şûnde îro dest bi weşana asayî kir. JIN TV di 9'ê Çileyê de di salvegera qetilkirina siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hat avakirin. 
 
2019: Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) di 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî de pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu wek Hevserokên Giştî yên ESP'ê hatin bijartin. 
 
2020: Hevkarên Tora Piştevaniya Parêzvanên Mafên Mirovan ji bo balkişandina girtina endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) şandin. 
 
2021: Malbata xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku ya ku li Dêrsimê hat windakirin, ji bo ku Gulistanê bê dîtin li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar xist.
 
2021: Parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji Komîsyona Lêkolînê ya ji bo Diyarkirina Sedemên Tundiya li ser Jinê vekişiyan. Jinan bi daxuyaniya çapemeniyê ya li meclîsê dan diyar kirin ku ev komîsyon ne ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê ji bo tundiya mêr û betalkirina Peymana Stenbolê rewa bike hatiye avakirin û loma jî ew ji komîsyonê vedikişin.