29'ê Hezîrana 1999'an: Daneşînên li Îmraliyê bi dawî bûn

  • 09:01 29 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 15'ê Sibata 1999'an de derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployekê anîn Tirkiyeyê de biryara "îdamê" hat dayîn. Doza derbarê Abdullah Ocalan de di 29'ê Hezîrana 1999'an de bi encam bû. Ji ber ku di vê rojê de Şêx Seîd û hevalên wî jî hatine darvekirin bijartina rojeke wiha balkêş bû. Ji ber wê biryara dadgehê ji bo Gelê Kurd peyamek bû. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di vê rojê de qewimîne wiha ne: 
 
1861: Helbestvana ingilîz Elîzabeth Barrett Browînîng di 6'ê Adara 1806'an de ji dayik bû. Elîzabeth a ku yek ji helbestvana herî girîng a Serdema Cîctorîa ye, li Dewletê Yekbûyî yên Emerîkayê û Ingîlistanê bi helbestên xwe tê nasîn.
 
1974: Serokdewleta yekemîn a jin a Arjantînê Îsabel Peron sond xwar.
 
2015: Jinên Kurd û ereb ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi navê "Şehîd Gulê Selmo" tabûra xweparastinê ava kirin. Armanca tabûrê ew bû ku jinên li taxê ji êrîşên mêr û çeteyan biparêzin.
 
2019: Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 33 kesên li Pirsûs a Rihayê di encama êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji det dan, li qadeke vala ya li piştî Gazî Koşku ya li Amedê 35 şitlên daran çand. Jinan bi avdana şitlan çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
2020: Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Fatîhê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya "Têkoşîna jinê li her derê ye" bi armanca ku balê bikişînin ser qirkirina jinan li taxa Kocamustafapaşa ya Stenbolê çalakî li dar xistin.
 
2020: Li dijî êrîşa li ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsan bi kûçikan êrîşî wê kir li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên hatin destpêkirin roj bi roj zêde bûn.