28'ê Hezîrana 1996'an: Meşa Dayikên Plaza de Mayo ya 1000'î

  • 09:01 28 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ji hêla Cuntaya Arjantînê ve di sala 1976 û 1983'yan de gelek kes hatin windakirin û kuştin. Ji bo dîtina xizmên xwe cara yekem roja pêncşemê Dayikên Plaza de Mayo meşek li dar xistin. Di 30'ê nîsana 1977’an de êdî dayik diciviyan û laçikên spî didan serê xwe û ev tişt demekê bû sembola dayikan. Dayikan di 28'ê Hezîrana 1996’an de cana 1000'î de meşiyan. 
 
 Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1884: Li Norveçê 171 jin û mêr di 28'ê Hezîrana 1884’an de Komeleya Mafên Jinan a Norveçê (NKF) ava kirin. Komele ji bo parastina mafên jin û zarokên keç hat avakirin. 
 
1894: Annie Londonderry-Kopchovsky, ji bo tura cîhanê ya bi duçerxeyê ji Bostonê bi rê ket. Annieya 24 salî tenê cilên xwe û demançeya xwe girt cem xwe. Rêwîtiya Annie 15 meh dom kir. Annie dayika 3 zarokan e û koçbera Letonyayî bû. 
 
1906: Maria Goeppert Mayer a ku di sala 1963'yan de Xelata Fîzîkê ya Nobelê girt îro hat dinê. 
 
1913: Solîst Elîza Olçuyan a ermen îro hat dinê. Elîza dema du salî bû qirkirina ermenan dest pê kiribû û ji neçariyê navê xwe guhert. Êdî navê wê bû Zehra Bîlîr. Elîza bi xweseriya xwe bal dikişand ser xwe. Elîza, di sala 2007'an de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Zîncîrlikuyuyê hat definkirin. 
 
1919: Eyaleta Teksasê ya Amerîkayê, qanûna 19'emîn a makeqanûnê qebûl kir. Li gorî qanûnê êdî jinan dikaribû ji mafê dengdayînê sûde bigire. Bi Teksasê re 9 eyaletên Amerîkayê qanûn pejirand. 
 
2004: Komîteya Nivîskarên Jin ên PENa Tirkiyeyê, hatina Serokdewletê Amerîkayê Gorge Bush û NATO'yê protesto kirin. 
 
2006: Di hilbijartina giştî ya Kuveytê de cara yekem jinan deng da. Her wiha 28 namzetên jin ji bo parlamenteriyê nehatin bijartin. Oldarên radîkal di hilbijartinê de bi ser ketin. 
 
2014: Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan (BÎKG), bi navê "Jin pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin û di aştiyê de bi israr in" konferansek li dar xistin. Di konferansê de jinan encamên civîn, panel, konferans û xebatên atolyeyan ên ku li bajaran pêk hatî nirxandin. 
 
2017: Li Hîndistanê bi hezaran jin li dijî tecawiza li hemberî jinan kampanyaya protestoyî dan destpêkirin. Jinan di kampanyayê de diyar kirin ku "Li Hindistanê çêlek bêtir tên parastin". Ji hêla wênekêşvan Sujatro Gosh ve maskeyên çêlekan hatin amadekirin.