26'ê Hezîrana 2015'an: Li Munîhê ji bo Zeynep Celaliyan çalakî

  • 09:01 26 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Muniha Elmanyayê dijîn ji bo girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan a li Îranê çalakî li dar xistin. Jinan Konsolosa Îranê şermezar kirin û li Parienplatzê maseya agahdarkirinê ava kirin. Jinan hem îmze kom kirin hem jî belavok belav kirin. Her wiha jinan çelenga reş danîn ber Konsolosa Îranê û îmze radestî rayedaran kirin. Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Em hemû Zeyneb Celaliyan e","Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
2014: Bi kampanyaya Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) a bi dirûşma "Jin ji bo Rêber û Azadiya xwe di nava Çalakiyê de ne" hat destpêkirin li Parqa Mûsa Anter a Rêya Armûşê ya Wanê bi hezaran jin hatin gel hevdu û mîtîng li dar xistin. 
 
2014: Heyeta HDP'ê li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan têkildarî "zagona çareseriyê" ya sewqî meclîsê hat kirin diyar kir ku hatina meclîsê ya zagonê geşedaneke dîrokî ye. 
  
2017: Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaruglu di 15'ê Hezîrana 2017'an de ji Enqereyê heta Stenbolê dest bi "Meşa Edaletê" kir. Di roja 12'emîn a meşê de Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî beşdar bûn. 
 
2020:Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir û 3 jin hatin qetilkirin. Bi hezaran şêniyên Kobanê meşiyan ber binyada leşkerî ya Rûsyayê û bi dirûşm û tililiyan bertekên xwe nîşan dan.  
 
2020: Polîsan bi ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin û li avahiyê 7 saetan lêgerîn kirin. Piştî lêgerîna bi saetan alavên saziyê hatin desteserkirin û deriyê wê hat morkirin.  
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê wê de biryara sînordarkirinê hebû de 42 kes hatin binçavkirin û di çarçoveya heman lêpirsînê de derbarê 64 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
 
Di daxuyaniya girseyî ku hat dayîn de hevseroka KCD'ê Leyla Guven wiha got, "Faşîzma wan ber bi dawî ve diçe. Îro kesên ku li KCD'ê xwedî dernekevin wê sibehê polîs biçin ber deriyê wan jî."