25'ê Hezirana 2015'an: DAÎŞ'ê li Kobanê komkujî pêk anî

  • 09:01 25 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê êrîşî sivîlan kir. Di êrîşa ku di 25'ê Hezîrana 2015'an de pêk hat gelek jê jin û zarok 252 kes hatin qetilkirin. 
 
Çeteyên DAÎŞ'ê ku ketin hundirê bajêr êrîşî gel kirin û komkujiyên mezin pêk anîn. Di komkujiyên ku pêk hatin de 3 jê ducanî 64 jin, 35 zarok bi giştî 252 kes hatin qetilkirin.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1678: Feylosofa  Venedikî Elena Cornaro Pîscopîa bû jina yekem ku nîşaneya doktorayê girt. 
 
1947: "Lênûska Bîranînê ya Anne Frank" a zaroka yahûdî Anne Frank a du salan ji leşkerên Elman li Hollandayê di nava tawana malekê de xwe veşart, hat weşandin.  
 
2003: Rêxistinên jinan ji bo rêvebera Baskê Jinan a DEHAP'ê Gulbahar Gunduz a ji aliyê kesên ku wekî polîs xwe dan nasîn ve hat revandin, îşkence lê hat kirin û êrîşa zayendî lê kirin, çalakî li dar xist û êrîşa li Gulbaharê hat kirin şermezar kirin.  
 
2012: Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP'ê Civîna Sosyalîst Enternasyonelan a ku li Stenbolê pêk hat piştî 3 rojan bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû.
 
2014: Li navçeya Mêrdînê ya Nisêbînê di pêşengiya Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) de bi dirûşma "Jin ji bo azadî û serokatiya xwe di çalakiyê de ne" mîtîng hat lidarxistin û bi hezaran kes tevli mîtîngê bû.
 
2014: Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî têkildarî qedexekirina pirtûka "Manîfestoya Şoreşê ya Kurdistanê" ya ku li ber çapê bû biryara "binpêkirina mafan" da. 
 
2016: Hilbijartina Koordînasyona Parzemînê ya Rojhilata Navîn a Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) a Delegasyona Kurdistanê bi rêya telekonferansê pêk hat. Wekî delege Ayşe Gokkan, ji Rojava Hana Sîdo, Ji Herêma Federal a Kurdistanê jî Roza Tatanî hat hilbijartin. 
 
2020: Meclîsa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Têkoşîna jinan li her derê ye" tundiya li ser jinê, êrîşên li hemberî zarokan û tayînkirina qeyûman şermezar kir.  
 
2020: Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Muhemmed Weysî ku di êrîşa li ser Gundê Helînce yê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmê hatin definkirin.
 
2020: Buroya Hiqûqê ya Asrînê, derbarê rewşa  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin û girtiyên din ên siyasî ku li heman girtîgehê tên girtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku du meh in wan ji muwekîlên xwe tu agahî negirtiye.