24'ê Hezîrana 1982'yan: Jinan li taxa Çînê dest bi grevê kir

  • 09:01 24 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di 24'ê Hezîrana 1982’yan de li New York Chinatownê, 20 hezar penaberên jin ên ku di tekstîlê de dixebitîn li dijî neqebûlkirina peymana bi senkayê re dest bi grevê kirin. Di grevê de mîtîng û meşeke mezin hat lidarxistin. Greva herî mezin di sala 1958’an de li New Yorkê ji hêla karkerên endustriya cil ve hatibû kirin, lê greva jinan a taxa Çînê jî wekî greva herî mezin di dîrokê de cih girt. 
 
Bi 10 hezaran karkerên jin li Parka Columbusê civiyan, mîtîgek li dar xistin û peyama "Em yek in" dan. Piştî mîtîngê li taxa Çînê meşek hat lidarxistin. Piştî vê meşê gelek karsazan peymana sendîkayê qebûl kirin. Piştî bi biryarbûna karkeran, di 15'ê tîrmeha 1982'yan de mîtîngek din hat lidaxistin û ji sedî 90 karsazan peyman îmze kir. Pişti mîtîngê çalakvan çûn serdana karsazan. Di nava 24 saetan de êdî hemû karsazan peymana sendîkayê îmze kirin. Di sala 1982'yan de jiyana penaberên jin ên Çînî guherî û her wiha nêzikatiya li hemberî xwe jî guherandin. Greva jinên Çînî hem ji bo jinan û hem jî ji bo têkoşîna karkeran bû mînakeke girîng. 
 
Hin bûyerên din ên girîng wiha ne:
  
2014: Ji hêla Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve bi dirûşma “Jin ji bo azadiya xwe û azadiya Rêberê xwe di nav çalakiyan de ne" li navçeya Silopiya Şirnexê bi navê "Çareserî û azadî" mîtîngek li dar xist. Bi deh hezaran welatiyan daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. 
 
2018: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27'emîn hilbijartina giştî de ji sedî 10 bendav derbas kir û 25 parlamenterên jin şand meclîsê. Serkeftina HDP'ê li bajarên herêmê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 
 
2022: Dadgeha Bilind a ABD'ê "Biryara Roe-Wade" a sala 1973'yan a mafê kurtajê dixe binê garantiya zagonî betal kir. Bi vê biryarê kurtaj êdî ji mafekî zagonî derket. Zagonên bi vî rengî ji însiyatîfa eyaletan re ma.