23'yê Hezîrana 2020'î: 3 siyasetmedarên kurd hatin qetilkirin

  • 09:01 23 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
  
 
Di êrişa Artêşa Tirk ku di 23'yê Hezîrana 2020'î de bi balafirên bêmirov (SÎHA) li hemberî Gundê Helînce yê Kobanê pêk anî de aktîvîstên jin bûn hedef. Di êrîşê de endamên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Fratê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî hatin qetilkirin.
 
Jinên ku hatin qetilkirin li Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmeke girseyî hatin definkirin.  
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de qewimîne wiha ne: 
 
1954: Prof. Dr. Nuzhet Gokdogan wekî dekan ji bo Fakulteya Fenê ya Zangîngeha Stenbolê hat hilbijartin. Nuzhet bû yekem jina dekan. 
 
2012: Tevgara Demokratîk a Jinên Azad (DOKH) di çarçoveya kampanyaya "Ji Ocalan re azadî û bila qirkirin bi dawî bibe" bang li jinên kurd kir ku berxwedanê mezin bikin. 
 
2014: Li Amedê Tevgera Jinan a Çandê di navbera 21-22'yê Hezîranê de, encamnameya 3'emîn Konferansa Çandê ya Jinan aşkere kir.
 
2015: Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe kampanyaya "Ji Ocalan re Azadî" dabû destpêkirin. KJA'yê derbarê kampanyayê de daxuyanî da. 
 
2015: Nobeda ku ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatibû dest pêkirin di salvegera 3'yemîn de xebatkarên çapemeniyê yên jin dewr girtin. 
 
2015: Leyla Zana ya parlamentera DEP'ê piştî ku parlamenteriya wê hat xistin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn careke din parlamenter hat hilbijartin û cara 3'yan çû meclisê. 
 
2015: Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Ocalan re azadî" ku ji aliyê KJA'yê ve hatibû destpêkirin de bi sedan jin ji navçeya Erxenî ya Amedê ji bo azadiya Ocalan meşa bi meşale li dar xistin. 
 
2016: Sîsê Bîngol a 77 salî di 6'ê Nîsanê de bi ser mala wê ya li Gimgima Mûşê de girtin. Di serdegirtinê de Sîsê Bîngol hat binçavkirin û piştî ku 3 mehan di girtîgehê de hiştin serbest hat berdan. Sîsê got, "Em êdî megirîn, li hundir jî çavê me li rê ye û li derve jî çavê me li rê ye."
 
2016: Jina Êzidî Nadîa Murad a ku ji zilma DAÎŞ'ê reviya li Senatoya Emerîkayê tiştê hat serê wê vegot. Nadîda got, "Ez êdî azad bûm lê dema ku difikirîm kesên ew neheqî li min kirin wê bê ceza bimînin tu wateya azadiyê ji bo min nedima."
 
2018: FEMEN a diyar kir ku mafê tayinkirina qedera xwe ya gelan heye, piştigiriya xwe ya ji bo kurdan bi peyama "FEMEN li dijî rejîma Erdogan li ba gelê kurd e" nîşan da.