22'yê Hezîrana 2002'yan: Saziyên jinan dest bi kampanyayê kirin

  • 09:01 22 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinan diyar kirin ku di Zagona Medenî ya hejmara 4721'ê de ku di 22'yê Mijdar 2001'ê de hat qebûlkirin û di 1'ê Çileya 2022'yan ket meriyetê jinên berî 2001'ê zewicîbin nikarin keda xwe bigirin. Loma jinan li ser vê yekê kampanyaya "Jin ji mêran û civakê deynê xwe dixwazin" dan destpêkirin. 
 
Piştî vê kampanyayê, di 24'ê Gulana 2003'yan de li ser heman mijarê kampanya duyemîn hat destpêkirin. Bi kampanyaya bi navê “Ji şîdeta aborî ya li ser jinan re na” hat xwestin ku hemû jinên beriya 1’ê Çileya 2002’an zewicandine, ji destpêka zewaca xwe ve ji Rejîma Mulkiyeta Yasayî sûd werbigirin.
 
Tevî hemû hewldanên jinan û dozên hatin vekirin jî di Qanûna Medenî Ya nû de parvekirina mal û milkê piştî zewacê ji bo beriya 1'ê Çileya 2002'yan nehat qebûlkirin.
  
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro qewimîne wiha ne:
 
2014: HDP'ê bi tevlibûna bi hezaran li Eywana Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya li Enqerê 2'yemîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Di hilbijartina ku hat kirin de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin hilbijartin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji kongereyê re peyameke şand. Peyam, ji aliyê Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan ve hat parvekirin. Guhdarvanan bi çepikan bersiv dan peyamê û li ser nigan li çepikan dan.
 
2016: Parlamenterên Parlamentoya Swîsereyê Claude Bêglê, Laurence Fehlmann Rîelle, Claudîa Frîedî, Sîbel Arslan û delegeya UNIA Hansuelî Scheîdegger û Endama Meclisa Şaredariya Baselê  Mustafa Atici ji bo bûyerên li bajarên gunda diqewimin lêkolîn bikin û agahiyan bigirin, di çarçoveya hevdîtina bi rêxisitnên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de serdana Kongreya Jinên Azad (KJA) kirin. 
 
2018: FEMEN'ê piştgirî da kesên li Tirkiyeyê di bin zextan de rojnemgeriyê dikin.