21'ê Hezîrana 1908'an: Li Londonê bi hezaran jin hatin gel hev

  • 09:01 21 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Li Londonê bi hezaran jin di 1908'an de ji bo mfên xwe yê hilbijartin û bijartinê hatin gel hev û meş li dar xistin. 
 
Li Londona Îngilistanê bi sedhezaran jin ji bo mafê bijartin û hilbijartinê di 21'ê Hezîrana 1908'an de meşek li dar xist. Yekîneya Siyasî û Civakî ya Jinên Birîtanyayê (WSPU), du meh beriya meşê dest bi xebatê kiribû. Nêzî 300 û 500 hezar jin tevlî meşê bûn. Meş li hemberî gotinên serokwezîr Herbert HenryAsquith bû bersivek. Serokwezîr li di jî dengdayîna jinan derdikevek. WSPU ji her çar welat ji bo piştevaniyê bi trenê hevdîtin pêk anîn. 
 
Jinên ku bi meşê hatin Parka Hyde, axaftin kirin ü li gel muzîkê çalakiyên cûr bi cûr pêk anîn.
 
Hin buyerên din ên girîng ku di dîrokê de pêk hatin wiha ne:
 
1734: Marie Joseph Angelique li Kanadayê li dijî koletiyê serî rakir û bû sempolek. 10'ê nîsana 1734’an de 45 xanî hatin şewitandin, Marîe ji wan şewatan berpirs hat dîtin û di 21'ê hezîrana 1734’an de hat darvekirin. Ceseda Marie hat şewidandin. Gelek lêkolînvan da zanîn ku berpirs ne Marie ye. Serhildana Mariayê ya ji bo azadiya koleyan a bû qêrînek. 
 
1870: Clara Îmmerwahr a ku cara yekem wek jinek nasnava doktoraya kimyayê girt îro hat dinê. Calara parazvaniya mafên jinan dikir û li dijî şer her tim di nav tegerê de bû. Di sala 1901'an de Fritz Haber re zewicî, Fritz di 1'emîn Şerê Cîhanî de ji bo Arteşa Elman hilberîna çekên kîmyevî dikir. Li dijî wê nakokiyê Clara di sala 1915’an de dawî li dijiyana xwe anî, xwekuştina wê demek dirêj bû sedema nîqaşan. 
 
2018: Senatoya Fransayê, pêşnûmeqanûna ku ji aliyê parêstvanên jinan  ve  anîn meclisê û xwestin mafê îltîcayê ji jinên penaber re bê dayîn red kir.
 
1914: Avusturyalı yazar, radikal barış aktivisti, Nobel Barış Ödülü alan ilk kadın Berthavon Suttner hayatını kaybetti. Yazarın, ilk romanı “Silahları Bırakın” idi.
 
2018: Weqfa Jinan a Medyayê ya Navneteweyî  (WMF) Di Rojnamegeriyê de Cesaret da Zehra Dogan a ku li Ajansa Jinê JINHA'yê dixebitî ü girtî bû.