20'ê Hezîrana 1933'yan: Şoreşger Clara Zetkîn jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 20 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Şoreşgera navdar û yek ji pêşenga tevgera jinên sosyalîst Clara Zetkîn li Rusyayê di encma qeyrana dil ku derbas kir de di 20'ê Hezîrana 1933'yan de jiyana xwe ji dest da. Clara, di 5'ê tîrmeha 1857'an de li Eyaleta Saksonya ya Elmanyayê ji dayik bibû. Clara ya ku ji bo têkoşîna azadiya jinê û sosyalîzmê têkoşîneke mezin da bi gotina xwe ya "Li cihê jiyan lê hebe dixwazim şer bikim" di bîra mirovan de cihê xwe girt. 
 
Hin bûyerên girîng ên din ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1847: Jina Norveçî ku ji bo mafê bikaranîna deng a jinan têkoşîn da, li Gîna Krok ji dayik bû.
 
1901: Charlotte Makgomo (Mannya) Maxeke li Zanîngeha Wilberforce ya Emerîkayê pîleya lîsansê girt û bû jina yekem a reşik a zanîngeh qedandiye. Charlotte, tevlî têkoşîna reşikan bû û di 1918'an de Yekîtiya Jinên Bantuyê ya perçeyekî Yekîtiya Jinan a Kongreya Navneteweyî bû, ava kir. 
 
1917: Matematîkzana Polonî Helena Rasîowa hat dinê.
 
1996: Dayikên Şemiyê ku Qada Galatasarayê ji bo çalakiyê li wan hat qedexekirin, gotin, "Ji îro û şûnde her rojê wê yek ji me bê vê qadê û qurnefîlê dayne."
 
2003: Şemsê Alak a ku Halîl Açil tecawizî wê kir û ji aliyê malbata xwe ve hat recimkirin, piştî 7 mehan di komayê de ma di 7'ê Hezîrana 2003'yan de jiyana xwe ji dest da. Recimkirina Şemsê bi têkoşîna jinên rêxistinkirî ji civakê re hat ragihandin. Şemsê ya ku cenazeyê wê malbata wê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê negirt ji aliyê Şaredariyê ve cenazeyê wê hat girtin û nimêja cenazeyê wê jî ji aliyê jinan ve hat kirin.  
 
2005: Li Dêrsimê jinên ji pîşeyên cuda, Komeleya Dayê Fatma a Jinan (ANA DER) damezrandin û Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl jî piştgirî da jinan. 
 
2011: Endama dawî ya girtî ya Artêşa Sor ku li Frankfurtê girtî bû Bîrîgît Hogefeld serbest hat berdan. Bîrîgît di 1993'yan de hatibû girtin. 
 
2018: Jinên Kurdistanî bi civîna çapemeniyê ku li Silêmanî li dar xistin, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê dan. Jinên têkoşer ên ciwan jî ji bo ku bi ciwanên bûn mertalên zindî re hevdîtinê bikin ji Silêmanî çûn Qendîlê.
 
2019: Meclîsa Jinên Sûriyeyê forma xwe ya yekem bi dirûşma, "Diyalektîka, jin, ol û azadî" li navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî pêk anîn.