17'ê Hezîrana 1998'an: Sema Yuce jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 17 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Sema Yuce ya ku li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî îxanetê di 21'ê Adara1998'an de bedena xwe da ber agir û bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1930: Hunermenda navdar Adîle Naşît ji dayik bû. 
 
2011: Jinên Erebistana Siûdiyê qedexeya bikaranîna wesayitan a ji bo jinan nas nekirin.
 
Li Erebistana Siûdiyê çalakiyên jinan ên li dijî qedexeya ajovaniya ji bo jinan ji sala 1990'î de berdewam dikin. Di çarçoveya van çalakiyan de di 6'ê Mijdara 1990'î  de li Riyadê 47 jinên Siûdiyê ajovanî kirin qedexeya heyî şermezar kirin. Jinên ku çalakî li dar xistin piştî hatin hepiskirin, pasaportên wan hatin desteserkirin û piştre hatin berdan. Herwiha hin jinên ku çalakî li dar xistin jî ji kar hatin derxistin. Jinan piştî 1990'î  li dijî qedexeyê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin û ji bo ku qedexe bê rakirin daxwazname dan saziyên têkildar. Lê qedexe dîsa hat berdewamkirin. Piştî 1990'î Kampanyaya 2'yemîn a mezin bi navê (Women2dRÎVE- Jinên Siûdiyê Wesayitan bi Kar tîn) di 17'ê Hezrîana 2011'an de bi banga daketina kolanan hat kirin. Kampanya bi weşandina vîdeoyek 8 deqe ya ji aliyê Manal el Şerîf ku di Gulana 2011'an de ya 'Çima jinên Siûdî nikarin ajovaniyê bikin' hatibû destpêkirin. Di dawiya vîdeoyê de jî bang li jinan dihat kirin ku di 17'ê Hezîranê de dakevin qadan û ajovaniyê bikin. Vîdeoya hat parvekirin di nava 4 rojan de ji aliyê 700 hezar kesî ve hat temaşekirin. Manal el Şerîfî ji bo ku kampanyayê bi dawî bike bi kuştin û tecawizkirinê hat tehdîtkirin û girtin. Lê banga Manal bi xwedîderketina jinan re veguherî kampanyayê. 
 
Bi  vê kampanyayê re li gel polîs û wesayitên zirxî li kolanan, di 17'ê Hezîranê de 40-50 jin daketin qadan û ajovaniya wesayitan kirin. Lê ev jin nehatin girtin û pasaportên wan nehatin desteserkriin. Piştî 17'ê Hezîranê jî 100 jinên ku ji welatên biyanî pasaport wergirtibûn, li kolanên Erebistana Siûdiyê ajovanî kirin. Ji van jinan 5'ê wan di 28'ê Hezîranê de hatin binçavkirin. Jinên ajoavan ji aliyê polîsan oldar ve hatibûn binçavkirin. Kampanyaya Women2Drîve, ji bo ku vê piştevaniyê bike tevgerê, li ser Yotube, Facebook û Twîtterê parvekirinên xwe berdewam kirin. Vê kampanyayê dengê jinên Erebistana Siûdî li tevahiya cîhanê belav kir. Lê hîna jî ehliyeta ajovaniyê (Hezîran 2017) ji jinên Siûdiyêre nayê dayîn. 
 
2021: Li navçeya Konakê ya Îzmîrê Onur Gencer êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û Denîz Poyraz qetil kir.