16'ê Hezîrana 2011'an: Roja Karkerên li Malê ya Cîhanê

  • 09:01 16 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 16'ê Hezîrana 2011'an de, di 100'emîn Konferanasa Xebatê ya Naveneteweyî de, "Ji bo kedkarên malê peymana mirovane ya kar" Rêxistina Navneteweyî ya Xebatê (ILO) bi qebûlkirina C18916'an ku hat qebûlkirin re mafê kedkarên malê hat naskirin. 
 
Di 100'emîn Konferansa Xebatê ya Navneteweyî de, bi pêjirandina "Peymana Kar a Karkerên li Malê" a C189 a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ve Roja Karkerên li Malê ya Cîhanê hat îlankirin. Piştî biryara qebûlkirina ILO C189'an Tora Karkên li Malê ya Navneteweyî bang li hemû hikûmetan kir ku IlO C189'ê îmze bikin. Hikûmetên Uruguay û Filîpinî di serî de îmze avêtin bin peymanê. Jixwe ji bo pratîzebûna peymanê îmzeya du welatan têr dikir. Bi îmzeyan êdî Peymana Kar a Karkerên li Malê ket meriyetê. Ji ber ku Tirkiyeyê îmze neavêt bin peymanê, sererastkirinên qanûnî pêk neanî. Lê Sendîkaya Karkerên li Malê yên Îmecê her sal di 16'ê Hezîranê de bi minasebeta "Roja Karkerên li Malê" çalakiyên cur bi cur li dar dixin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1963: Valentina Tereshkova karkera fabrîkayê bû û di 16'ê hezîrana 1963'an de bi “Vostok 6” ve ber bi fezayê ve hat şandin. Di rêwitiyê de navê xwe kir "Chaika", gotinên wê yên dawiyê jî "Ey esman kumikê xwe derxe û silavekê bide min, wa ye ez têm" bû. Bi tevahî di 70 saet û 50 deqîqeyan de Valentina 48 caran li dora cîhanê tûr avêt. Di 19'ê hezîranê de li Karagandaya Kazakistanê peya dibe. Cara yekem kesek ev qas dem li fezayê ma.
 
2019: Rojnamegera kurd a Swêdê Dilşa Demîrbag-Sten xelata Mezin a Akademiya Kraliyeta Swêdê girt. Dilşa hewl dide ku zarokên ku ji ber bêderfetiyê nikarin perwerde bibin û nikarin xwe bighînin agahiyan li Weqfa Berättarministeriet ê dixebite. 
 
2020: Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Têkoşîna Jinan li her derê ye" kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Stenbolê dest bi xebatan kirin û çûn serdana komele û saziyên jinan. 
 
2022: Rêvebera JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Hevserokê Cemiyeta Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê yaAmedê de di 8’ê Hezîranê de hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê bi 8 rojan Mehmet Alî Ertaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnamevan Omer Çelîk, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Îbrahîm Kongûnî, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncû, Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen piştî sewqî dozgeriyê hatin kirin.
 
Safiye, Azîz, Elîf, Mehmet Alî, Mehmet Şahîn, Neşe, Esmr, Omer, Remziye, Zeynel, Serdar, Sûat, Lezgîn, Kadîr, Ramazan, Feynaz, Abdurrahman, Ramazan, Mazlum Dogan, Îhsan Ergun, ku îfadeyên wan hatin girtin, dozger ew bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin.
  
Dadger der barê Safiye, Serdar, Azîz, Mehmet Alî, Zeynel, Omer, Mazlum Dogan, Îbrahîm, Neşe, Elîf, Abdurrahman, Suat, Remziye, Ramazan, Lezgîn û Mehmet Şahîn de biryara girtinê da.
 
Gulşen, Esmer, Mehmet, Kadîr, Feynaz û Îhsan bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
 
Rojnameger û malbatên ku li ber edliyeyê sekinîn bi dirûşmeyên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Berxwedan jiyan e" bertek nîşan dan.