14'ê Hezîrana 2019'an: Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin

  • 09:01 14 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna nûnerên gelan kongreya xwe li dar xist. Di kongreya ku li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê pêk hatî de avakirina meclîsa xwe îlan kirin. 
 
Hinek geşedanên din ên îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1835: Marîa Trabnikova a ku di avakirina kooperatîfa weşangeriya jinên rûsî de cih digirt îro hat dinê. 
 
1904: Rojnameger û wênekêşa Emerîkî Margaret Bourke-White, di dema Şerê 2'yem ê Cîhanê de navdar bû. Cara yekem jinek di kovara Life de wek wênekêşa jin xebitî. 
 
1907: Li Norveçê jinan mafê dengdayînê bi dest xist.
 
1991: Li Swîsreyê jinan ji bo pratîzekirina qanûna wekheviya di navbera jin û mêran de dest bi grevê kirin. 
 
1993: Tansu Çîller bû serokwezîra Tirkiyeyê. Bi hişmendiya mêr polîtîkayeke meşand û faîlê gelek sûcan e. Di dîrokê de jî navê wê wisa hat nivîsin.
 
2015: Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd, li Swîsreyê Mîhrîcana Sakîne Cansiz hat lidarxistin. 
 
2019: Piştî 28 salan li Swîsreyê jinan dest bi grevê kirin. Di 14'ê hezîrana 1991'ê de grevek pêk hatibû. Jinan careke din jî ji bo heqdestekî wekhev û karekî wekhev dest bi grevê kirin. 
 
2022: Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (IFC) li Îzmîrê Lijneya Giştî hat lidarxistin û cara ewil jinek hat hilbijartin.