13’ê Hezîrana 2017’an: Jina feminist Şîrîn Tekelî jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 13 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Yek ji jinên Feminist ên tirk Şîrîn Tekelî jiyana xwe ji dest da. Berhem, fikr û çîroka jiyana Şîrîn Tekelî ji bo jinan dibe çavkaniya îlhamê. Di dema ku gotina Feminîzmê nû nû li Tirkiyeyê dihat îfadekirin, wê bi xebatên xwe, bi werger û berhemên xwe tevgera femînîst xwedî kir û cesaret da bi sedan jinên ciwan. Piştre gelek berhemên akademîk, komele û civakên ku di damezrandina wan de cih girt, li pey xwe hişt. Şîrîn di salên ku di bin siya darbeyan de derbas bû de, wê temenê xwe da ser mijarên ku ji xwe re kir derd. Di heman demê de ji bo jinên Tirkiyeyê hêvî û îlhamek gelek mezin hişt.
 
Hinek geşedanên din ên îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1872: Feminista Skoçyayî,  aktîvîsta aştiyê û zanista ewil a ji Zanîngeha Edînburgê derçûyî Jessîe Cherystal Macmîllan ji dayik bû. 
 
1902: Dîroknasa matematîkê ya DYA’yî Carolyn Eîsele îro hatiye dinê. Caroly ku di mijara xebatên Charles Sanders Peîrce de wek pispor tê zanîn, di qada matematîkê de li zanîngeha Colombîa lîsansa bilind dike. Lê zanîngehê nîşaneya doktorayê nedanê. Carolyn li ser vê perwerdeya xwe li zanîngeha Chîcago û Başûrê Kalîforniyayê berdewam kir. Beriya doktorayê bigire ji bo li bavê xwe binêre vegeriya malê. Li Koleja Hunter nêzî 50 salî mamostetiya matematîkê kir. Di 1965’an de bû profesor. Di 1972’an de teqawit bû. Di 15’ê Çileyê 2000’î de jiyana xwe ji dest da.
 
1910: Mamosteya ingîlîzî û aktîvîst Constance Mary Whîtehouse îro jiyana xwe ji dest da. Mary ku li dijî lîberalîzm û çapemeniya îngîlîz kampanya meşand, damezrîner û seroka Komeleya Guhdarvan û Temaşevan a Neteweyî bû. Mary wek muhafazakarek sosyal a tund di dîrokê de cihê xwe girt. Mary di 23’ê Mijdara 2001’ê de jiyana xwe ji dest da.
  
1990: Begum Ra'ana Liyakat Alî Han ku ji ber xebatên xwe yên li ser jinan wekî "Dayika Pakistanê" dihat binavkirin jiyana xwe ji dest da.
 
2015: Mîhrîcana Zîlan a 11'emîn bi dirûşma "Ji Kobanî heta Şengalê bijî berxwedana jinê" li bajarê Dortmund ê Elmanyayê pêk hat.
 
2018: Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê li Minbicê buro vekir. 
 
2018: Parêzvana mafê mirovan û parêzer Nesrin Sotudeh a Îranî di 2018'an de bi serdegirtina malê hat binçavkirin û piştre hat girtin. Di Adara 2019'an de ji ber çalakiyên kiriye 33 sal 6 meh cezayê girtîgehê û 148 cezayê kirbaçê lê hat birîn. 
 
2021: Çêkera Filman Tayeba Mousavi û Fatemeh Mohammadi ya Efganistanî li Deşta Barchi ya li Rojavayê Kabilê di teqînên li cihên cuda pêk hat de jiyana xwe ji dest dan.