12'yê Hezîrana 2002'yan: Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan

  • 09:01 12 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2002'yan de îro wekî Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan îlan kir. Bi vê yekê bang kir ku civaka navneteweyî li ser pirsgirêka xebata di temenê zarokatiyê de kûr bibe. Her wiha bi armanca çareseriya pirsgirêka karkeriya zarokan ev roj hat îlankirin. 
 
Armana Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan ew e ku hem li qada navnetweyî û hem jî li li qada xwecihî bal bê kişandin ser rewşa zarokan. 
  
Di dîrokê de îro hinek geşedanên qewimîne wiha ne:
 
1802: Teorîsyena Civakî ya Îngilizî Harriet Martineau ya di heman demê de jina yekem a di nava Partiya Lîberal de tê zanîn îro ji dayik bû. Harrietê bi nêrîneke civaknasî, herêmî, bi nêrîna jinan gelek pirtûk nivîsand. Harriet di 1876'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1917: Piyanîst Maria Teresa Gertrudis de Jesus Carreno Garcia Venezuellayî di 22'yê Kanûna 1853'yan de hat dinê. Ew di heman demê şefa orkestrayê bû. Maria Teresa 104 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. 
 
1922: Margherita Hack îro li Floransayê hat dinê. Li Zanîngeha Triesteyê profesora astronomiyê bû. Yekemîn jin bû ku Mala Çavdêriyê ya Astronomîk a Triesteyê bi rê ve bir.