11'ê Hezîrana 2021'ê: Kongreya Meclîsa Jinan pêk hat

  • 09:01 11 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
1'emîn Kongreya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna 200 delegeyan li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê bi dirûşma “Şoreşa jinê mîsogerkirina civaka azad û demokratîk e" pêk hat. Ji bo koordînasyona meclîsê 21 kes hatin bijartin, di nav wan kesan de 7 kes jî endamên partiyên siyasî ne. Biryarên girîng di kongreyê de hatin girtin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de wiha ne:
 
1815: Hunermenda wêneyan Julia Margaret Cameron, li Paytexta Kakutayê ya eyaleta Rojavayê Bengala Hîndistanê ji dayik bû. Julia Margaret Cameron, xebatên portreyan kiriye. Di 26'ê Çileyê 1879'an de jiyana xwe ji dest dide. 
 
1874: Derûnas Helen Bradford Thompson Woolley îro li eyaleta Emerîkayê Chicagoyê ji dayik bû. Helenê, xwişk û birayên wê hemûyan perwerdeya xwe dîtin. Helenê heta dawiya emrê xwe li ser perwerdeya zarokan kûr bû. Wê ji bo lêkolîna gihaştina zarokan û behreya zarokan lêkolîn bike bernameya pêşdibistanê ava kir. Helenê di 24'ê Kanûna 1947’an de ji ber anevrizmaya aortê jiyana xwe ji dest da. 
 
1880: Endama jin a yekem a Kongreya Emerîkayê û femînîsta siyasetmedar Jeannette Rankin di 1880'ê de îro hat dinê. Siyasetmedara femînist  Jeannette Rankin yekemîn endama jin a Kongreya Emerîkayê ye. Jeannette ya wekî femînîst û pasifist tê naskirin heta dawiya jiyana xwe di mijarên civakî de di warê zagonên hilbijartinê de ji bo reformên cuda bên kirin têkoşiyaye. Di beşên cuda de Hîndekariya Bilind dît û di 1919'an de li Bajarê Seattleyê yê Washingtonê wekî peywirdara xizmeta civakî xebitî. Di heman demê de têkoşîna ji bo mafê jinan a hilbijartinê jî kir. Di nava rêveberiya Komeleya Neteweyî ya Mafê Deng a Jinan a Emerîkayê de cihê xwe girt. Di 15'ê Çileyê 1968'an de dema 87 salî bû ji 5 hezar jinên navê Tugaya Jeannette Rankin li xwe kiribûn pêşengî kir û meşiya qûntarê Capitol Hill û bertek nîşanî Şerê Vîetnamê da. Jeanette, di 18'ê Gulana 1973'yan de jiyana xwe ji dest da. 
 
2014: Nivîskar, lîstikvan, aktivîsta mafê mirovan Ruby Dee Wallace di 27'ê Cotmeha 1922'yan de ji dayik bû. Ruby 7 sal berê li mala xwe ya New Yorkê jiyana xwe ji dest da. 
 
2019: Zekiye Alka ya dema diçe serdana kurê xwe Mecit Alka yê li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê qeyrana dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Piştî mudaxaleya yekem şandin nexweşxaneyê lê belê tevî hemû mudaxaleyan Zekiyeyê jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî êrişên li ser destkeftiyên jinan starta "Têkoşîna Jinê li her Derê ye" di 8'ê Adara 2020'î de li Enqereyê dabû. 3 roj şûnde jî start li Wan û Mêrdînê dan. Jinan diyar kiribûn ew ê bi serhildana xwe li her derê bin. 
 
2020: Di çarçoveya lêpirsîna derbarê HDP, TJA, Komeleya Jinê ya Rosayê de gelek jin hatibûn binçavkirin û ji jinan pirsa hûn çima dirûşma "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" bi kar tînin, hatibû pirsîn. Li ser vê yekê jinan pankarta "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" bi AVM a Amedê darde kiribûn.