10'ê Hezîrana 1962'yan: Bridget Bishop li Salemê hat îdamkirin

  • 09:01 10 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 1692'yan de Dadgehên Pîrebokan a Salemê hatin avakirin. Dora 200 kesên di nav de jin û zarok jî hebûn bi îdiaya "sêhrkerî" kirine li Dadgehên Pîrebokan a Salemê hatin darizandin û cezayê mirinê ji bo wan hat dayin. Yek ji jinên bi îdiaya "sêhrkerî" kiriye û hat darizandin Bridget Bishop bû. Wekî jin cara yekem Bridget Bishop li Salemê hat îdamkirin.
 
Hinek ji geşedanên di dîrokê de îro derketine pêş ev in:
 
1955: Golfbaza Emerîqî Margaret Ives Abbott di tûrnûvaya golfê de yekem jin bû ku madalya qezenc kir. Margaret, di tûrnûvayên salên pêşiyê de jî bû şampîyon. Margaret 66 sal berê ango îro jiyana xwe ji dest da. 
 
1963: Li DYA'yê Qanûna Standartên Xebata Dadyane a hiqûqa kar guhert, hat guhertin. Ev qanûna parçeyekî Bernameya New Frontier bû ji aliyê Serokê serdemê yê DYA'yê John F. Kennedy ve hat guhertin û bi vê yekê newekheviya xwe dispêre zayendiyê bi dawî bû. 
 
2000: Komcivîna "Ji Destdirêjiya Zayendî û Tecawizê re Na" ya jinên di bin çavan de bi destdirêjiyê rû bi rû mabûn jî beşdar bûbûn pêk hat. Yekîtiya Jinên Kedkar  (EKB) di 1997'an de li dijî êrişa destdirêjiyê ya ji teşeyê êrişa dewletê ya li ser jinê di bin navê "Ji Êrişa Destdirêjiyê re Na" kampanya da destpêkirin. Gelek rêxistinên jinan piştgirî dan vê kampanyayê.