9'ê Hezîrana 1843'yan: Aktîvîsta Aştiyê Bertha Von Suttner hat dinê

  • 09:01 9 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bertha Von Suttner, jina yekem a aktîvîstiya aştiyê kiriye, bû sembola têkoşînê. Bertha, li gorî malbata xwe hat mezinkirin. Perwerdeyeke baş girt, hînî çend zimanan bû û derbarê hunerê de jî xwe pêşve bir. Bertha her tim xeyal dikir ku bibe operavan. Di dema zarokatiyê de jî bi muzîkê re mijûl dibû. Cara yekem jinekê Xeleta Aştiyê ya Nobelê girt û ev jî Bertha bû. Bertha her tim bangawaziya danîna çekan dikir. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1836: Bijîşka Îngilîzî Elîzabeth Garret Anderson îro hat dinê. Li Îngilistanê cara yekem jinek bû cerrah. Her wiha Elîzabeth bi têkoşîna xwe ya ji bo dengdayîna jinê jî tê nasîn. Elîzabeth bû hevkara avakirina nexweşxaneya yekem a jinan. Di fakulteya Tiba Îngîlizî de bû dekan, di lijneya dibistanê de cih girt. Elizabeth li Aldeburghê bû şaredar. Elîzabeth, di 17'ê kanûna 1917’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1871: Wênekêşa Îngilîzî Anna Atkins di 16'ê adara 1799’an de hat dinê. Cara yekem kesekê wêne di pirtûkekê de kom kir. Li gorî hin çavkaniyan Anna wênekêşa jin a yekem e. Anna, 150 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da. 
 
1927: Victoria Claflin Woodhull ji bo mafên dengdayîna jinan a li Emerîkayê di nava têkoşînê de bû. Victoria îro hat dinê. Victoria di sala 1872'yan de ji bo serokkomariyê bû namzet, cara yekem jinek bû namzet. Ji hêla dîroknas û nivîskaran ve gelek caran hat ziman. Ji ber ku ciwan bû û 35 salî nebû li dijî namzetiya wê derketin. Victoria, 94 sal beriya niha jiyana xwe ji dest da. 
 
2009: Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana Nahîde Opuz a ku bi êrişê re rûbirû mabû erê kir. 12 sal beriya niha Tirkiye bi dayîna tazmînatê hat cezakirin. Bi vê biryarê re cara yekem di doza şîdeta di nava malê de welatek hat cezakirin. Nahîde Akgun di sala 1995'an de bi Huseyîn Opuz re zewicî. Piştî zewicî bi şîdetê re rûbirû ma. 
 
Nahîde derbarê şîdetê de doz vekir lê ji ber kêmbûna delîlan Huseyîn serbest hat berdan. Nahîde di sala 2001'ê de ji hêla Huseyîn ve hat birîndarkirin. Lê Huseyîn bi dayîna pere ji cezayê rizgar bû. Nahîde ji neçarî bi 3 zarokên xwe ji Amedê berê xwe da Îzmîrê. Li Îzmîrê jî carek din bi êrîşa Huseyin rûbirû ma. Dayika Nahîde dema keça xwe parast ji hêla Huseyîn ve hat qetilkirin. Huseyîn 15 sal ceza girt lê di sala 2008'an de serbest hat berdan. 
 
Parêzera Nahîde Opuz, Meral Daniş Beştaş derbarê mijarê de serî li DMME'yê da. Dadgehê biryar da ku Nahîde nehatiye parastin û cudakarî hatiye kirin, cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birî. 
 
2020: Şanoger Ayşegul Atîk di 72 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Demek dirêj tedawiya penceşêrê didît. Li Bodrûma Tirkiyeyê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Ayşegul li Enqereyê di sala 1948'an de hat dinê. Di nav gelek projeyên navdar de cih girt. 
 
2021: Li Mêrsînê Komeleya Jinê ya Mîmoza kampanyaya "Em frênê didin tundiyê" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de perwerde li rawestgehên texsiyan ji bo ajokaran hat dayin. 
 
2021:11'emîn Konferansa Jinê ya Giştî ya Awarte ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat lidarxistin. Di konferansê de beşdaran bal kişandin ser têkoşîna hevpar a antîfaşîst û banga mezinkirina têkoşîna jinê ya enternasyonal kirin.