8'ê Hezîrana 2022'yan: Xebatkarên çapemeniya azad binçav kirin

  • 09:01 8 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi çarçoveya lêpirsîna li Amedê hat meşandin polîsan bi ser malan de girtin û 20 jê xebatkarên çapemeniya azad 22 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de Mudura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Aziz Oruç, rojnameger Omer Çelik, Suat Doguhan, Ramazan Geciken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahin, Elif Ungur, Îbrahim Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgîn Akdeniz û Kadir Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina hefteyekê Safiye Alagaş, Serdar Altan, Aziz Oruç, Mehmet Ali Ertaş, Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1860: Matematîkvana îngîlîz Alîcîa Boole Stote îro li Îrlandayê hatiye dinê. Dema ku dijiya, tevî ku di tu pozîsyona akademîk de nebû jî, gelek piştgirî da qadê û li zanîngeha Gronîngen unvana doktoroya fahrî girt. Alîcîa terîma polîtop hilberand û di temenê biçûk de geometriya çar alî  fêr kiribû.
 
1903: Marguerîte Youncenar a ku welatiya DYA’yê bû, li Bruksel a Belçîkayê îro hat dinê. Marguerîte ku nivîskarek Fransî bû, xelata Prîx Femîna û Erasmus girt. Yekem akademîsyena jina  Fransî hat hilbijartin û di 1980’ê de di akademiyê de yek ji 17 kesên di kursiya sêyem de rûniştîbû.
 
1929: Margaret Grace Bondfîel di 17’ê Adara 1873’an de hat dinê. Margaret aktîvîsta mafê jinan, siyasetmedar, sendîkavan û karkerek îngilîz bû. Margaret îro bû yekem wezîra jina kabînê. Her wiha di Konseya Giştî ya Kongreya Sendîkayan de bû yekem seroka jin. Margaret di navbera 1929-1931’ê de di  kabîneyê de peywir kir.
 
2012: Li dijî gotinên  qedexekirina kurtajê yên serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan, Platforma Jinan a Kurtaj Maf e Biryar a Jinan e, li 22 bajaran 9 sal berê meş û çalakî li dar xistin. 
 
2022:  Platforma Jinê ya Sokeyê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê damezrandina xwe îlan kir.