7'ê Hezîrana 2015'an: Ji HDP'ê 32 parlamenterên jin hatin hilbijartin

  • 09:01 7 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Li Tirkiyeyê hilbijartinên giştî hatin kirin. Di hilbijartinan de HDP'a ku herî zêde ji kurdan deng girt bi 32 parlamenterên jin çû meclisê û bû partiya ku herî zêde parlamenterên jin tê de cih  girtine. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:
 
1831: Nivîskar û rojnameger Amelia B. Edwars ji dayik bû. Amelîa ya ku romana bi navê “The Phantom Coach” û seyahatnameya bi navê "A Thousand Mîles up the Nîl" nivîsandiye, di 1878'an de edîtoriya antolojiyeke helbestê jî kiriye. Ameîla ji ber piştgiriya ku daye zanista Misrê  nîşaneya "Dayika Faftîzê ya Misrê" girtiye. 
 
1873: Susan B. Anthony a DYA'yî di dema ku mafê hilbijartinê ji jinan re nehat dayîn de bi awayê dijqanûnî deng bi kar anî û ji sûcê ku deng bi kar aniye hat darizandin. Piştî vê bûyerê bi guhertina qanûnê re di 5'ê Mijdarê de di hilbijartina serokkomariyê de 15 jinan dengê xwe bi kar anîn. Lê tenê li Susan B.Anhhony cezayê pere hat birîn. Lê wê jî cezayê lê hat birîn neda.    
 
1884: Pêşenga peyzajê ya Swêdî Ester Laura Matilda Claesson, ji dayik bû. Ester wekî yekemîn avahîsaza peyzajê ya Swêdê tê qebûlkirin. 
 
1917: Afrîkayiya yekem a ku xelata Helbestê ya Pultzer girt Gwendolyn Brooks ji dayik bû. Helbestvana herî zêde li ser jiyana zehmet a kesên Efrîkayî ku li Emerîkayê dijîn rawestiya ye. 
 
1968: Li Fabrîkaya Dagenham Ford 187 makînistên jin ji bo mûçeyê wekhev dest bi grevê kirin. Piştî ku zêdekirina mûçeyê wan bû ji sedî 92, mêrên kedkar jin careke din vegeriyan ser karê xwe û çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
2002: Gulan Garzan (Fîlîz Yerlîkaya) ya PKK'yî û PAJK'î di encama komployekê de jiyana xwe ji dest da.
 
2003: Şemsê Allak a ku cîranê wê tecawizî wê kir û ducanî ma, di 21'ê Mijdara 2002'yan de di bin navê "recmê" de hat îşkencekirin. Şemsê ya ku 8 mehan têkoşîna jiyanê da di 7'ê hezîrana 2003'yan de jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Şemsê ji aliyê saziyên jinan ve hat girtin û li Goristana Yenişehira Amedê hat dafinkirin. Şaredariya Amedê jî ji bo bîranîna Şemsê park bi navê Şemsê Allak ava kir. 
 
2015: Li Tirkiyeyê hilbijartinên giştî hatin kirin. Di hilbijartinan de HDP'a ku herî zêde ji kurdan deng girt bi 32 parlamenterên jin çû meclisê û bû partiya ku herî zêde parlamenterên jin tê de cih  girtine.