6'ê Hezîrana 1950'î: Derhêner Chantal Akerman hat dinê

  • 09:01 6 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Pêşenga sînemaya femînist Chantal Akerman li Birûkselê hat dinê. Ji malbatek cuhî ya Polanyayî ye. Di sala 1975'an de di sînemaya femînist de fîlmê 23 Ouaidu Commerce, 1080 Bruxelles kêşand. Bi vî fîlmî re li ser zimanê sînemayê nîqaş hatin destpêkirin. Chantal, di  5'ê cotmeha 2015’an de dawî li jiyana xwe anî. Bi gotina "Min xwe aîdê cihekî nedît. Tenê ez axa ku pêlê dikim nas dikim. Ev jî baweriyê nade min" jiyana xwe yekser dianî ziman. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1841: Nivîskara Polonyayî Elîza Orzeszkowa îro hat dinê. Ligel 30 romanên ku rewşa civakî ya welatê xwe vedibêje, li ser dramayê jî gelek çîrokên dirêj nivîsandî ye. Elîza, di 1905'an de hêjayê Xelata Wêjeyê ya Nobelê hat dîtin. Di sala 1910’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1971: 374 jinan li Elmanyayê îlan dan Kovara Sternê û gotin "Me bi rêya derqanûnî kurtaj kir", xwe îxbar kirin. Li Fransayê jî di 5'ê nîsanê de li Kovara Nouvel Observateurê jî 343 jinên navdar xwe îxbar kir. Li her du welatan ligel kurtaj bi rêya qanûnê hatibû qedexekirin jî bi rêya derqanûnî kurtaj dihat kirin. Kampanyaya "Em xwe îxbar dikin" li Elmanyayê bi pêşengiya rojnameger Alîce Schwarzer ve hat destpêkirin. Gelek jinan piştgirî dan kampanyayê. 
 
1996: Cara yekem jinek bû serokwezîra Fransayê. Serokwezîr Edith Cresson ji bo wezaretiyê kampanyaya kotayê da destpêkirin. Manîfestoya wekheviya zayendî li kovara L'express hat weşandin. Li vir qala daxwaza kotayê hat kirin. 
 
2000: Li Fransayê di lîsteya hilbijartinê de hejmara jin û mêr a wekhev bi qanûnê hat teqezkirin. Qanûn ji hêla jinan ve ligel têr nedîtinê erênî hat pêşwazikirin. 
 
2010: Tevgera Demokratîk a Azad a Jinan (DOKH), di çarçoveya kampanya xwe ya li dijî tecawizê de li Antalyayê çalakî pêk anî.
  
2018: Derhênera Fîlmên Sovyetê ya ku bi navê Korotkova tê nasîn Kira Muatova ya Ukranî, sê sal beriya niha jiyana xwe ji dest da. Di 5'ê Cotmeha 1934’an de li bajarê Soroca ya Moldovayê hat dinê. Di pêvajoya şer de hêj ciwan bû bi hunerê re nasîna wê çêbû. Kira di dema Yekitiya Sovyetê de gelek caran bi sansurê re rûbirû ma. Fîlmên Kirayê li Mîhrîcanên Navneteweyî yên wekî Berlin, Cannes, Moskova, Roma û Venedikê hatin nîşandan. Her wiha di Mîhrîcana Fîlmên Jinan ên Navneteweyî ya Creteile hat nîşandan.