5'ê Hezîrana 2015'an: DAÎŞ'ê êrişî mîtinga HDP'ê kir

  • 09:02 5 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
DAÎŞ'ê êrişa bombeyî li dijî mîtinga HDP'ê ya Qada Îstasyona Amedê hat lidarxistin, pêk anî. 
 
Di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mîting li dar xist. DAÎŞ'ê li mîtingê êrişa bombeyî pêk anî. Dê wê demê de Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş dema dikira derketa ser dikê êriş pêk hat. Di encama teqînê de Ramazan Yildiz 16), Necati Kulur (47), Şehmuz Kaçan (34), Ciwan Arslan (17) û Alî Turkmen (65) hatin qetilkirin. Dora 400 kesî birîndar bûn. Têkoşîna HDP'yiyan pêşî li komkujiyeke mezin girt. Ji ser doza komkujiyê 6 sal derbas bûn. Lê belê bersûcên esas ên komkujiyê nehatin darizandin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1973: Doris A. Davis yekem jina Efrîqayî-Emerîqayî ya li Emerîqayê bû seroka şaredariyê ye. Doris ji sedî 55 deng girt û bû seroka şaredara bajarê Comptonê ya eyaleta California ya Emerîqayê. 
 
2016: Li Herêma Federe ya Kurdistanê PDK'ê bi ser Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) de girt. Pedekê jinên REPAK'yî yên di hundir de derxistin derve û deriyê navendê kilît kir. Piştî serdegirtinê REPAK'ê di daxuyanya da de got, " PDK'ya ku li dijî yekîtiya neteweyî derdikeve bi vê serdegirtinê re helwesta xwe ya li dijî Tevgera Azadiya Jinên Kurd jî nîşan daye. Em vê êrîşa li hemberî navenda xwe qebûl nakin û em li dijî zîhniyeta ku dixwaze li Başûr sînorên nû diyar bike serî natewînin." 
 
2019: Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, birayê Hamili Yildirim, Polat Yildirim, Birayê Omer Hayri Konar, Emin Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. 
 
2020: Di 4'ê Hezîranê de parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari hat xistin û piştî karên wan ên li Edliyeya Amedê hatin girtin.