4'ê Hezîrana 2020'î: Parlamenteriya Leyla Guven hat betalkirin

  • 09:01 4 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hat betalkirin. Leyla Guven pêşketinan li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Amedê şopand. Leyla bi gotina “Berxwedan jiyan e” helwesta xwe anî ziman. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne: 
 
1913: Emily Davison, îro di Peşbirka Kraliyeta Epsomê de ji bo mafê dengdayînê ya jinan bi flamaya Sufrajet xwe avêt ber hespê Kral George. Di encamê de Emily jiyana xwe ji dest da. Emily di 11'ê cotmeha 1872’an de li Blackheata Londonê hat dinê.
 
1906'an de tevlî Yekitiya Polîtîk û Civakî ya Jinan (WSPU) bû. Piştî 3 salan devjî mamostetiyê berda û hemû dema xwe ji bo mafê dengdayînê ya jinan veqetand. 8 caran hat girtin û tevlî gelek çalakiyan bû. 
 
1994: Nivîskar û bijîşka berê ya Bangladeşî Teslîme Nesrîn, bi gotina xwe ya "Di civaka misilmanan de jin bi zext û zordariyan re rûbirû dimîne" ji hêla oldarên radîkal ve bi kuştinê hat tehdîtkirin. 
 
2018: Firmaya Kozmetîk a Flormar ji ber ku 119 karker bi sendîkayîne ji kar dûr xist. Rêxistinên jinan û LGBTÎ+  bertek nîşanî ji kar dûrxistinê da. Derbarê mijare de ji rêveberiya Flormarê re name hatin şandin û banga boykotkirina tiştên Flormarê hat kirin. Jinan di daxuyaniyên xwe de gotin dê rê nedin ku jin ji kar bên derxistin.