1’ê Hezîrana 1992’yan: Rewşen Bedirxan jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 1 Hezîran 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rojnameger, nivîskar û rewşenbîra kurd Rewşen Bedîrxan 30 sal berê ji nav me koç kir.
 
Rewşen Bedirxan di 11’ê Tîrmeha 1909’an de li Kayseriyê hat dinê. Malbata wê surgunê Kayseriyê bibû. Rewşen a li surgunê hat dinê û mezin bû di 1913’an de bi malbata xwe re li Salihiyeya nêzî Şamê bi cih bûn. Bi hewldana malbata xwe bi çand û zimanê xwe mezin bû. Dayika wê dixwaze ku Rewşen bibe mamoste lê ew rojnamegeriyê dixwaze. Piştre dibêje her du pîşeyan bikim û Dibistana Mamostetiya Erebî diqedîne. Di 1925’an de wek mamosteya Erebî dixebite. Demekê jî li dibistanê rêvebertiyê dike. 
 
Yekem jina Kurd a di Kovara Hawarê de  nivîsiye ye
 
Rewşen di 1929’an de bi mêrekî Ereb ê bi navê Omer Madan re dizewice. Piştî vê zewacê jî bi Celadest Bedirxan re dizewice. Di berhemên Rewşenê de bandora hevjînê wê Celadet Bedirxan çêdibe. Rewşen bi Celadet Bedirxan re Kovara Hawar a Kurdî derxistiye û di heman demê de yekem jina kurd a ji Kovara Hawar re bi tîpên Latînînî nivîsiye ye.
 
Rewşen di 1934’an de tevlî xebata Komeleya Yekîtiya Jinan dibe lê di 19452'an de di Kongreya li Kahîreyê hat kirin de ji xebatan vediqete. Di 1951’ê de ji Tirkî du çîrokan werger dike. Ya yekem bi ser navê ‘Bîranînên jinekê’ tê çapkirin a duyem jî bi navê ‘ Evîn û Kesera min’ tê weşandin.
 
Gotara ‘jin û bextiyarî
 
Rewşen der barê pirsgirêka zayendê de jî gotarên girîng dinivîse. Armanca wê ev e ku xwe bigihîne jinan û jinên xwedî hişmend û bi nezaniyê re têdikoşe bibîne. Bi vê armancê gotara ‘Jin û Bextiyarî’ nivîsiye. 
 
Rewşen di 1951’ê de hevjînê wê Celadet Bedirxan jiyana xwe ji dest dide, di 1957’an de ji bo Kongreya dijberê Kolonyalîzmê ya li Yewnanîstanê pêk hatibû yek ji 6 delegeyên ku Kurdan temsîl dike ye.
 
Rewşen a ku tevahiya jiyana xwe bi têkoşîna zayendê û ya neteweyî da, di 1’ê Hezîrana 1992’yan de li bajarê Banyas ê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.
 
Di dîrokê de îro hinek geşedanên din ku qewimîne wiha ne:
 
1981: Romana nivîskar Adalet Agaoglu ya ‘Fîkrîmin înce Gulu’ bi îdiaya ‘leşkerên dewletê tahkîr û tezyîf dike’ hat komkirin. Adalaet Agaoglu sala borî di 14’ê Tîmehê de 91 salî jiyana xwe ji dest da.
 
2011: Aktîvîsta Mafên Mirovan a Îranî Haleh Sahabî 10 sal berê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Haleh di 4’ê Sibata 1958’an de hat dinê û endama koma ‘Ji bo aştiyê dayik’ bû.  
 
2020: Endama Meclîsa Dayikên Aştyê ya Nisêbîna Mêrdînê Nure Tekîn (64) li nexweşxana dewletê ya Qoserê de jiyana xwe ji dest da.  Dayika Aştiyê Nure Tekîn demek dirêj ji ber pençeşêrê dihat dermankirin.