31'ê Gulana 2005'an: Uta û Ekin jiyana xwe ji dest dan

  • 09:01 31 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ekîn û Uta di 31'ê Gulana 2005'an de di qezaya li Qeladiza Silêmanî rû da jiyana xwe ji dest dan. Di qezayê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan û 6 PKK'yî jî birîndar bûn. Piştî merasîma li Wargeha Mexmûrê cenazeyê Amarayê derbasî Tirkiyeyê hat kirin û li Enqereyê hat definkirin.
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1999: Doza têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî anîbûn Tirkiyeyê îro dest pê kir. Doza têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 199'an de anîbûn Tirkiyeyê îro li Girava Îmraliyê dest pê kir. Darizandin mehekê jî dewam nekir. Di 29'ê Hezîranê de derbarê Abdullah Ocalan de li 2'yemîn Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê biryara îdamê hat dayin. Di Tebaxa 2002'yan de li Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê di çarçoveya qanûnên lihevkiriniyê de cezayê îdamê hat rakirin û cezayê îdamê veguherî muebbeta giran. 
 
2013: 1'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn bi pêşengiya Tevgera Jina Azad Demokratîk li Amedê hat destpêkirin. Ji bawerî û nasnemeyên cuda 250 jin beşdarî konferansê bûn. Konferans diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan hat kirin. Konferans piştî roja 3'yemîn bi dawî bû. 
 
2015: Li Kerborana Mêrdînê ji bo piştigiriya civakî û hiqûqî ya ji bo jinê Navenda Jinê ya Çîçekê hat vekirin. Qurdeleya vekirinê ji aliyê Hevseroka Şaredariyê Zeynep Sipçik û namzeta HDP'ê Enise Guneyli û Dayikên Aştiyê ve hat birîn.