30'yê Gulana 1431'ê: Jeanne d'Arc bi rêya şewatê hat kuştin

  • 09:01 30 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jeanne d'Arc (Jan Dark) di sala 1412'an de li gundekî Domremya Fransayê ji dayik bû. Jeanne ya ku di dema şer de ji dayik bû, bû şahida şerên sedsalê yên di nabera Fransa-Ingîlistanê de. Jeanne îda dikir ku azîzeyan jê re ragihandine ku ew dikare xaka xwe ji Îngîlistaniyan rizgar bike. 
 
Jeanne piştî ku dikeve 16 saliya xwe ji malê direve û heta gel Qralê Fransa VII'emîn Charles diçe. Mirovên oldar piştî çend lêpirsînan bawer dikin ku Jeanne têkoşereke pîroz e. Jeanne ya ku çend leşkeran didin û destûrê didinê tevli şer bibe, di sala 1429'an de ji rizgarkirina Orleans'ê re pêşengiyê dike. Ev serkeftina Jenneyê wê navdar dike. 
 
Jeanne di encama dadgeheke Engîzîsyonê de di sala 1431'ê di 19 saliya xwe de bi rêya şewatê li bajarê Rouensê hat şewitandin. 
 
Hin bûyerên girîng ên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2002: Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Fatîh Altayli di bernameyeke xwe radyoyê de derbarê Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Eren Keskîn de gotibû, "Ez vê Eren Keskînê li ku bibînim ger ku destdirêjiyê lê nekim bila ez namerd bim." 
 
Xwendekarên Zanîngeha Marmarayê yên jin jî Fatîh Altayli yê ku li zanîngehê tevli bernameyekê bû bi dirûşman û pankarta ku vekirin şermezar kirin û Fatîh Altayli li ser dirûşma jinan a "Fatîh Altayli ji vir bicehime" mecbûr ma ku bêyî axaftinê bike zanîngehê terk bike. 
 
2014: Jin di çarçoveya kampanyaya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a bi dirûşma "Jin ji bo azadî û serokatiya xwe di çalakiyê de ne" ji Dortyola Baglarê heta Parka Koşûyoluyê meşiyan. 
 
2014: Koalîsyona Jinê hevdîtina xwe ya her sal a bi hevparên xwe re di 30/31'ê Gulanê-1'ê Hezîranê de li Foçaya Îzmîrê pêk anî. Ji 25 bajaran nêzî 100 jinî tevlî vê hevdîtinê bûn.