29'ê Gulana 2015'an: KJA'yê komeleya xwe vekir

  • 09:01 29 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 31'ê Çilê û 1'ê Sibatê de Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), xwe veguhert Kongreya Jinên Azad (KJA). Di vê çarçoveyê de biryara kamelebûnê girt. Li Amedê bi tevlîbûneke mezin komeleya xwe vekir. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî merasîma vekirinê bûn. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1830: Louise Michel a dema dihat darizandin bi gotina "Bi hemû hebûna xwe ez aîdî şoreşa civakî me û ez berpirsiyariya hemû tevgerên xwe qebûl dikim" xwe parast di 29'ê Gulana 1830'î de li keleha Vroncourtê ya Firansayê ji dayik bû. 
 
2013: Lîstika bi navê "Xewna Azadiyê" ya ji aliyê lîstikvanên Teatra Mitani yên girêdayî Şaredariya Nisêbînê bi organizasyona Şaxa Egitim Sena Nisêbînê û Şaredariya Nisêbînê hat amadekirin li Eywana Saryayê hat lîstin. Di lîstikê de sekna bi îradeya jinê ya li dijî mêr a bi feyzgirtina ji Gulnaz Karataş (Bêritan) a PKK'yî derket pêş. 
 
2014: Xebatên Jinê yên Radyo Televizyonê ya Navnetweyî (IAWRT) konferansa herêmî li Stenbolê çêkir. 
 
2015: Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi dirûşma "Em civaka azad jina azad biafirînin" li Otela Mem û Zînê ya Silêmanî 3'yemîn kongreya xwe li dar xist. 
 
2015: Bi pêşengiya KJA'yê li Nisêbîna Mêrdînê Akademiya Jinê ya Sakîne Cansiz hat vekirin. 
 
2016: Li dijî polîtikayên şer jinan reda xwe ya wijdanî eşkere kirin. 
 
2018: Di navbera dîrokên 30'yê Mijdar û 1'ê Kanûnê de Zîrveya Jinê ya Edalet, Wekheviyê hat lidarxistin. Bi daxwaza hevpar a jinan biryar hat dayin ku jin li dora platforma jinê kom bibin. Damezrandina sîteya înternetê ya Platforma Jinê ya Edalet, Wekheviyê li Otela The Marmara Pera bi lansmanê hat îlankirin. 
 
2021: 53 dewletan bi danezana weşandin berteka xwe nîşanî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (DSO) dan. Di danezana hevpar de hat gotin haya ajansa Neteweyên Yekbûyî ji êrişa zayendî ya personelên DSO'yê ya li dijî jinên li Kongoyê heye lê belê tevî vêya jî neketine nava liv û tevgerê. Hat xwestin ev îddiayên derketine pêş bên lêkolînkirin.