Xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê nivîsîn

  • 09:04 19 Hezîran 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Şaxa SES a Amedê, bi armanca balê bikşînin ser xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê, kovara bi Kurdî derxist. Hevseroka şaxê Yildiz Ok Orak axivî û  got bi nivîsên di kovarê de, pirsgirêkên ku ji ber nebûna xizmeta bi zimanê dayikê dertên holê tên ragihandin û her wiha ji bo ziman banga hestiyariyê hat kirin.
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê, di 2023’yan de der barê xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê de kovar derxist. Hejmara yekem Tirkî û ya duyemîn jî bi rojeva ‘xwegîhandina xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dyaikê’ Kurdî derxistin. Hevseroka SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak der barê hejmara duyemîn de axivî.
 
Kovarek der barê girîngiya xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê
 
Yildizê anî ziman ku wek SES a Amedê sala borî kovar derxistine û îsal a duyemîn derxistin. Yildizê wiha got: “Tê de nivîsên Zazakî û Kurmancî hene. Yên nivîs nivîsîne jî hemû endamên me ne. Kovarek amator e. Xweşikbûna kovarê jî ji wir tê. Em hemû xebatkarên tenduristiyê der barê xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê xwedî bîranîn in. Hevalên me piranî ji pirsgirêkên ku dijîn derketin rê û nivîsîn. Ji ber bi zimanê dayikê xizmet tuneye astengiyên mezin jî li peş xwegîhandina xizmetê heye. Di vê kovarê de me xwest em hinek hişmendiyê biafirînin.”
 
Di dermankirina pêsîrê de bi Kurdî tê vegotin
 
Yildizê her wiha destnîşan kir ku ji ber nebûna xizmeta bi zimanê dayikê, yên herî zêde bi bandor dibin jin in û ji ber vê jî gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Tedbîrên li dijî pençeşêra memikan tê giritn û dermankirina wê divê bi Kurdî bê kirin. Me bi ‘çima li Youtubê zimanê dayikê vîdeo tuneye’ dest pê kir. Piştre dema me xizmeta tenduristiyê da, me biryar girt ku em perwerdehiyên tenduristiyê bidin. Me dest bi gerên taxê kir. Me gera ewil di 2022’yan de kir. Em di 2022’yan de çûn gundekî nêzî navendê. Em li mala keya bi jinan re hatin gel hev. Me li pirsgirêkên jinan guhdar kirin. Me girîngiya dermankirina pençeşêra memikan vegot.”
 
‘Xwe nagihînin xizmeta tenduristiyê’
 
Yildizê diyar kir ku yek ji cihên ku herî zêde pençeşêra memikan tê dîtin Amed e û wiha berdewam kir: “Sedema vê jî jin naxwazin dermankirina memikan bike. Em ji bo sedema vê li taxan geriyan. Jinekê tiştekî xweş vegot. Gundê wan nîv saetê ji navendê dûr e. Piştî qeyûman wesayîtên veguhestina komî hemû hatine betalkirin. Jinê ev  bi zimanê xwe vedigot, ‘Ji ber wesayîtên veguhestina komî tuneye, divê mêrekî ji malbatê min bibe. Dema min dibe, ger doktor Kurdî nizanibe, divê ez bi wî mêrî bikevim dermankirinê. Dema ew mêr bikeve hundir ez derman nabim. Ez ne pirsgirêka xwe ne jî tiştekî din nikarim bêjim’. Yanî ji ber vê jin naxwazin biçin nexweşxaneyê.  Gelek nexweşiyên din hene. Divê bi zimanê dayikê xizmet bê dayîn.”
 
Armancek din jî nivîsandina bi Kurdî ye
 
Yildizê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nivîsên Kurdî yên di hejmara duyemîn a kovarê de cih girtine û wiha dawî lê anî: “Me bi kapaxa kovarê îronî kir. Me behsa bandora xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê ya li ser welatiyan kir. Nivîsên kovarê jî bi heman armancê hatine nivîsin. Nivîsên endamên me cih digirin. Pirsgirêkên di qada tenduristiyê de tên destgirtin. Ji bilî vê çîrok û helbestên me hene. Yek ji armanceke din a kovarê ev e ku endamên me bi zimanê xwe binivîsin. Divê em bi zimanê xwe derdê xwe bêjin. Armanca ev bû.”