Di Tûrnûvayê de 'Tima Generalên biçûk' bi ser ket

  • 21:57 2 Hezîran 2024
  • Tenduristî/Werzîş

 

AMED- Tîma "Generalên Biçûk" di tûrnûvaya futbolê ya ku bi navê Gulistan Doku hat lidarxistin de tîma "Xwendekarên Azad" têk bir.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li ser navê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya ku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê winda bû û heta niha eqübeta wê ne diyar e, tûrnûvaya futbolê li dar xist.
 
Destpêka tûrnûvaya ku bi dirûşma "Lexê/Ciwan li qadan" di çarçoveya hemleya "Li dijî polîtîkayên şerê taybet berxwedana bi rûmet" hat lidarxistin, duh li Amedê pêk hat.
 
Îro li Tesîsên Sporê yên Seyranê yên navçeya Yenîşehîra Amedê di navbera tîman de maçek hat lidarxistin. Li qada ku maç lê hat lîstin bi kurdî û tirkî "Gulistan Doku li ku ye?", "Dem dema jın jıyan azadî ye " hatin daliqandin..
 
Di turnuvaya îro de xebatkarên Yenî Yaşam bi tîma “Generalên Biçûk” re û xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê jî li sahayê bi tîma “Xwendekarên Azadî” ketin hevrîkiyê.
 
Di maçê de Tîma Generalên biçûk  Tîma Xwendekaren Azadî 12-6 têk bir.