Li Mereşê jinek hat qetilkirin 2024-09-24 20:27:13   MEREŞ - Li Mereşê jina bi navê Yaren Kuçuk ji aliyê mêrê bi navê Yusuf Bektaş ve hat qetilkirin.   Li navçeya Elbîstan a Mereşê mêrê bi navê Yusuf Bektaş, jina bi navê Yaren Kuçuk bi çekê qetil kir. Gumanbar piştî Yaren qetil kir, întîxar kir.   Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Yaren û gumanbar Yusuf Bektaş jiyana xwe ji dest dane.