Şaredariya Peyasê Peymana Wekheviya Jin û Mêran Şanenav kir

  • 13:40 24 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê, Peymana Ewropayê ya di Jiyana Herêman de Wekheviya Jin û Mêran ku ji aliyê Konseya Rêveberên Herêmî ya Ewropayê (CEMR) ve hatibû pêşkêş kirin, şanenav kir.
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar Peymana Ewropayê ya di Jiyana Herêman de Wekheviya Jin û Mêran ku ji aliyê Konseya Rêveberên Herêmî ya Ewropayê (CEMR) ve hatibû peşkeş kirin şanenav kir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, cîgira hevşaredaran Gulîstan Nazlier Koyuncu, Encûmenên şaredariyê, Gerînendetiya daîreya jinan û gelek mêvan beşdarî merasîma şanenavbûnê bûn.
 
Em ê têkoşîna jinan li her qadan mezin bikin
 
Di merasîma şanennavkirinê de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar axivî û wiha got: “Wekheviya jin û mêran, pêkanîn û siyaseta giştî ya partiya me ye. Hevserokatî û kotaya jinê ya ji sedî 50 ku bi tekoşîna jinê ya li her qadan, nîşaneya vê rastiyê ye. Ev protokol wê tekoşîna jinan xurtir bike û hevgirtina di vî warî de zêde bibe. Di vê serdema desthilatdariyê de kuştin û tûndiya li ser jin û zarokan pir zêde dibe. Divê em li ser mijarên wekî têkoşîna li dijî tundî û kuştina li ser jinan bêhtir dengê xwe bilind bikin."