Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin

  • 19:05 6 Îlon 2024
  • Rojane
KOCAELÎ - Li Golcuk a Kocaleliyê serbazekî teqawît Erdogan Cangazoglu jina ku pê re zewicandibû Dursîne Canbazoglu qetil kir û piştre jî întîxar kir. 
 
Li taxa Degîrmendere ya navçeya Golcuk a Kocaeliyê kesê bi navê Erdogan Canbazoglu (71) ku hat diyar kirin ku serbazê teqawîte, jina bi navê Dursîne Canbazoglu (67) ku pê re zewicandibû qetil kir. Gumanbar piştî bûyerê întîxar kir.Piştî dengê çekan hat ekîbên tenduristî û palîsan sewqê herêmê hat kirin. Ekîban diyar kir ku her duyan jî jiyana xwe ji dest dane.
 
Hat hînbûn ku Dursîne nexweşa pençeşêrê bû, dihat dermankirin û sê zarokên wê hene.