Li Kîelê êriş hatin protestokirin

  • 20:07 5 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Young Struggle hat protestokirin û banga tevlîbûna meşa ku wê dawiya hefteyê li dijî şîrketa hilberîna çekan a Rheinmetall bê lidarxistin, hat kirin.
 
Li bajarê Kîel a Almanyayê êrîşên Tirkiyeyê  ên li dijî Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
 
Çalakî li ser banga Young Struggle hat lidarxistin û KA (Avabûna Komunîst), Jugendkommune (Komunên Ciwanan), Kolektîfa Sor a Kielê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û nûnerên rêxistinên cuda beşdar bûn.
 
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku li dijî êrîşên li ser Kurdistanê li Almanyayê jî têkoşîn were kirin û li dijî gefên dagirkeriyê bal kişandin ser piştevaniya enternasyonal.
 
Di heman demê de ji kampa protestoyî ya li dijî şîrketa çekan a Rheinmetallê jî beşdar bûn ji çalakiyê re çêbûn. Ji bo meşa mezin ku wê 7’ê Îlonê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.
 
Di çalakiya ku li navenda bajêr hat kirin de danezan hatin belavkirin.
 
 Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî piştevaniya enternasyonal”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.