‘Em Tirkiyeyê ji nûve vexwendiyê edeletê dikin’

  • 17:30 5 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - ‘Hewldana Edeletê ya li dijî Tecrîdê’ daxuyaniyek da û li dijî binpêkirinên mafan yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan banga ‘Em ji nûve Tirkiyeyê vexwendiyê edeletê dikin.’
 
‘Hewldana Edeletê ya li dijî Tecrîdê’  ji aliyê gelek hiqûqnas û aktîvîstan ve li dijî binpêkirinên mafan yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat avakirin, li Amedê Navenda Çanda Dîcle Firatê daxuyaniyek da. Gelek hiqûqnas, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) tevli daxuyaniyê bûn. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî û Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan daxuyanî xwend.
 
Binpêkirinên sîstematîk
 
Ozturk da zanîn ku 44 mehe agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Tecrîda giran ya li Îmraliyê  di rapora 5’ê tebaxa 2020’an a CTP de bi aşkera hatiye vegotin û diyar dike ku divê demidlest ev tecrîd bidawîbe. Ligel vê Komîteya Mafê Mirovan a NY’ê di 6’ê îlona 2022’an de biryara tedbîrê da û li gorî vê biryarê di 19’ê çileyê 2023’an de ji bo Hİkûmeta Tirkiyeyê nivîs hatiye nivîsin. Di van nivîsan de jî tê diyarkirin ku divê demildest ev teşeyê îşkencyê bidawî be. Xala 3’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û xalên 6,8, 13 û 18’an  tên binpêkirin.”
 
‘Konseya Ewropayê wê bigire rojeva xwe’
 
Ozurk bi lêv kir ku wê Konseya Ewropayê dosya derbarê tecrîdê d eji nûve bigire rojeva xwe û got: “Pêşniyarên Komîtyea Wezîran a Konseya Erwopayê ya di 2021’ê de ji bo Tirkiyeyê hatibû kirin jî nehatin cih. Di meha îlonê de wê komîte dosyayê ji nûve bigire rojeva xwe û birnixîne.”
 
‘Divê tecrîd neyê qebûlkirin’
 
Ozturk  axaftina xwe wiha berdewam kir: “44 mehe agahî ji Birêz Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê nayê girtin. Der barê hevdîtinan de tu tiştek tuneye. Divê hemû rayagiştî ya demokratîk, vê tecrîda giran û mayînde qebûl bikin. Serlêdanên parêzeran her tim tên redkirin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkiin. Qebûlkirina vê rewşê ne pêkane.” 
 
‘Wê bi hemû saziyan re hevdîtin bê kirin’
 
Ozturk destnîşan kir ku bredewamirina tecrîda li Îmraliyê dibe sedema astengiya li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha bi lêv kir: “Di mijara çareseriya prisgirêka Kurd de di navbra 1993-2015’an de  8 caran hewldan pêk hatine û di hemûyan de jî Birêz Ocalan wek muxatabê gelê Kurd cih girtiye. Ji 2015’an de hewldan hatine rizandin. Vê pêvajoyê de rejÎma Tirkiyeyê veguheriye rejÎmek otorîter. Neçareseriya pirsgirêka Kurd jî tecrîdê didomîne. Ji bo rakirina tecrîdê em ê bi hemû saziyên civaka sivîl re hevdîtinê bikin. Em hemû kesî vexwendî dikin kul i dijî vê tecrîda giran berteka xw enîşan bidin. Em bi vê vexwendiya xwe li dijî tecrîdê edeletê dixwazin.  Em Tirkiyeyê ji nûve vexwendiyê edeletê dikin.”