Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin kuştin

  • 16:40 5 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Qeymeqamê Çiwarteyê Osman Enver da zanîn ku her 3 kesên li Şarbajêrê di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatine qetilkirin sivîl in. 
 
Dewleta tirk li qezaya Çiwartayê ya navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê bi SÎHA’yan êrişî wesayîteke sivîlan kir. Di êrişê de yek jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin. 
 
Qeymeqamê Çiwartayê Osman Enver têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî û da zanîn ku her 3 welatiyên hatine qetilkirin sivîl in û ji wan yek jê zarokekî nexweş bû. 
 
Nasnameyên kesên hatine qetilkirin hêj nehatine zelalkirin.