Jinên ciwan li Reqeyê li ser tundiyê panel li dar xistin

  • 16:03 5 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rûbirûbûna her cure tundiya li ser jinan, Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Reqayê paneleke diyalogê ji bo pêşniyarkirina çareseriyên radîkal li dar xist.
 
Yekitiya Jinên Ciwan li parêzgeha Reqayê, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist. Panelîstan, bal kişandin ser pêwîstiya têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya ku jin ji ber zihniyeta mêr pê re rûbirû dimînin.
 
Mijara panela ku li bajarê Reqayê hat dayîn, “Tundiya li ser jinan tundiya li ser civakê ye” bû. Di panelê de şêwazên şîdeta li ser bingeha zayendî û malbatî û rêbazên şerê taybet ên ku ji aliyê zihniyeta serdestiya mêr ve tên meşandin hatin nîqaşkirin. Bal hat kişandin ser girîngiya xurtkirina diyalogên hişmendiya zayendî, tevlibûna jinan, xurtkirina rola wan di hemû qadan de. Her wiha derxistina zagona cezayên giran û hesabpirsîna ji her tundiyê hat pêşniyarkirin.
 
Di dawiyê de bal hat kişandin ser pêwîstiya bilindkirina ast û hişyariya jinan ji bo naskirina rastiya cewher û dîroka xwe û pêwîstiya hevgirtina jinan a li hemberî tundî û çewisandinê.
 
Rêvebera Ofîsa Jinan a li Desteya Ciwan û Werzîşê Şêrîn Mihemed di panelê de axivî û got: “Jin rastî awayên cur be cur ên tundiyê tên. Weke adet û kevneşopiyên eşîran. Her wiha anî ziman ku jin dibin hedef, çi ji aliyê mêran ve, çi ji aliyê şerê taybet ve ku îmaja jinan bi tiryak, fuhûş û hwd. berovajî dike. Armanc bi lidarxistina panelê ew e ku ji vê tundiyê re çareseriyên radîkal ên guncaw bên dîtin.” 
 
‘Têkoşîn girîng e’
 
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El-Ehmed bal kişand pêwistiya têkoşîna jinan a li dijî diyardeya tundiyê û bi bîr xist ku jin hîmê civakê ne û nîvê din jî mezin dikin û got ku berpirsyariya wan, hişyarkirin, perwerdekirin û belavkirina fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.