Li Hezexê zarokekî jiyana xwe ji dest da

  • 15:31 5 Îlon 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Hezexê di pevçûna ku di navbera zarokan de derket Ercan Y. ê 14 salî jiyana xwe ji dest da.
 
Li gundê Ulak ê Hezexa Şirnexê ji ber sedemeke ne diyar di navbera zarokan de niqaş derket. Niqaş di demeke kurt de veguherî pevçûnê. Di pevçûna ku derket de zarokê bi navê Ercan Y. ê 14 salî birîndar bû. Ercan ê ku rakirin nexweşcaneya Hezexê li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Ercan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî karê otopsiyê qediya cenaze li gund hat definkirin.
 
Zarokê ku tê îdakirin Ercan Y. qetil kir hat binçavkirin.