Li dijî girtinan bertek: Em vê ferasetê qebûl nakin

  • 15:27 5 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
ÊLIH - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Êlihê ji bo 12 ciwanên ku ji ber pankarta di 1’ê Îlonê de vekirin hatin girtin daxuyanî da û got: “Bloka desthilatê ya destûra bingehîn nas nake, nikare ne dengê ciwanan ne jî dengê aştiyê qut bike. Em vê ferasetê qebûl nakin. ”
 
Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê ji bo 12 ciwanên ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatibûn binçavkirin daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistinên saziyên sivîl, rêxistinên ciwanan û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Zext nikarin me têk bibin” hate vekirin de her tim dirûşmên “Ciwan li vir in li ser piyan e” , “Dîsa ciwan dîsa serhildan” berzkirin. 
 
Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê Argeş Toparli yê metna çapemeniyê xwend, anî ziman ku endamên wan bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin û wiha got: “Em dema ku li dijî şer aştiyê diparêzin, faşîzma AKP’ê û MHP’ê li her qadê polîtîkayên şerê taybet didomîne.”
 
Argeş, anî ziman ku polîtîkayên şerê taybet welatî ber bi kendalê ve dibe û wiha berdewam kir: “Ev desthilata şer, di serî de ciwan û jinan li ser gelemperiyê civakê polîtîkayên zextê, çewisandinê û tirsê dimeşîne û dixwaze temenê xwe dirêj bike.”
 
‘Em vê ferasetê qebûl nakin’ 
 
Argeş, destnîşan kir ku parastina aştiyê ya li dijî şer ne sûc e û ev tişt gotin: “Em dest ji parastina aştiyê bernedin. Bloka desthilatê ya destûra bingehîn nasnake û 12 hevalên me yên ciwan şandin girtîgehê nikare ne dengê ciwanan ne jî dengê aştiyê qut bike. Em vê feraseta ku di her firsendê de êrişî çand, ziman û gelê kurd dike, tune dihesibîne û qedexe dike qebûl nakin.”
 
Argeş, destnîşan kir ku weke Meclisên Ciwanan dê li her qadê rêxistinkirinên xwe bidomînin û li dijî bêhiqûqiyan dengê xwe bilind bikin.