Li Îranê muzîkjeneke navdar hate kuştin

  • 14:45 5 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Reşt ê Îranê li dijî akademîsyen û muzîkjena îranî ya Zanîngeha Tehranê Yasmîn Rahmetî êrişeke çekdarî çêbû. Di encamê de Yasmîn Rahmetî û destgirtiyê wê hatin kuştin.
 
Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku akademîsyen û muzîkjena navdar û mamosteya santûrê ya Zanîngeha Tehranê Yasmîn Rahmetî û destgirtiyê wê, li pêşiya mala wê ya li bajarê Reşt ê li bakurê Îranê, di êrişeke çekdarî de hatine kuştin.
 
Yasmîn Rahmetî muzîkjeneke navdar bû. Sala 1986`an li bajarê Arak ê Îranê ji dayik bûye.
 
Yasmînê gelek albumên muzîkê derxistine. Her wiha berhemeke xwe diyarî Kiyan Pîrfelek kir ku di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" de hatiye kuştin.