Nobeta Edaletê ya li ber meclisê dewam dike

  • 15:06 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Nobeta Edaletê ya Emine Şenyaşar a li ber meclisê dewam dike. Emineyê li vir got:"Lawê min berdin, ez herim mala xwe."
 
Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê  Îbrahim Halil Yildiz êriş pêk anîbûn û hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurê wê qetil kiribûn. Niha lawekî Emineyê jî di girtîgehê de ye. Nobeta edaletê ya Emine Şenyaşar li meclisê dest pê kirê di roja 14'an de ye.
 
Emine ya bi kursiya bi tekelik bi û Ferit li ber deriyê koma AKP û MHP'ê lê ne rûniştin. Emîneyê li vir daxwaza xwe ya edaletê berdewam kir û careke din anî ziman ku heta ku bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk neyê û edalet ji bo kurê wê pêk neyê wê bi israr neçin.
 
'Bi we re wijdan tune ye'
 
Emine da zanîn lawê wê belasebe di girtîgehê de digirin û wiha got:"Lawê min berdin. Bi we re wijdan tune ye. Hûn lawê min belasebe di girtîgehê de digirin."