Rêxistinên jinan kuştina jinekê li Helebê şermezar kir

  • 15:00 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgerên jinan li Heleb-kantona Efrîn û Şehbayê kuştina jinekê li bajarê Helebê şermezar kir û bang li desteyên têkildar kir ku dest bi lêpirsînê bikin, rastiyê aşkera bikin û hesabê ji sûcdar bipirsin.
 
Rêxistina Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan-Sara şaxê Helebê, Kongra Star û Meclisa Edaletê ya Jinan a kantona Efrîn û Şehbayê bi dauxyaniyên cuda kuştina jinekê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kir. 
 
Endama rêxistina Sara ya Helebê Perîşan Reşîd, endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Loqo û endama rêxistina Sarayê Zeneb Mehmûd daxuyanî xwend. Bi dehan jin û endamên tevgerên jinan tev li her du çalakiyan bûn.
 
Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: "Kuştina jinan bi hinceta namûsê, urf û adetên çewt dibe sedema kêmbûna rola jinan di civakê de. Ji bo ku bi rêk û pêk kirina rola mêran û dayîna mafê desteserkirina çarenûsa kesên din .Herî dawî jineke 30 salî ku dayika 5 zarokan bû, bi hinceta namûsê, bi dilekî bêrehm ji aliyê malbata wê ve li Helebê hat kuştin û wijdan vê bûyerê qebûl nake."
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku berpirsên vê sûcê hovane bigirin û hesabekî adilane ji wan were bipirsin. Mafê kesî nîn e ku dawî li jiyana keseke din bîne. Em hemû mirov in û namûsa jinan ne berpirsyariya kesên din e. Bi çandina felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê dawî li zihniyeta reş a DAIŞ’ê bînin."