Aktîvîsta Avhewayê di protestoya li dijî Îsraîlê de hat binçavkirin

  • 14:56 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta Avhewayê Greta Thunberg di çalakiya protestoyî ya li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku li Zanîngeha Kopenhagê hat lidarxistin de hat binçavkirin.
 
Aktîvîsta avhewayê Greta Thunberg li paytexta Danîmarka Kopenhagê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê protesto kir. Di çalakiyê de Greta Thunberg hat binçavkirin.
 
Berdevkê polîsan diyar kir ku kesên ketin avahiya Zanîngeha Kopenhagê hatin binçavkirin, Greta Thunberg ku berdevka koma bi navê "Xwendekarên li dijî dagirkeriyê" jî di nav yên hatin binçavkirin de ye.
 
Rêxistina nûçeyan ya Extra Bladet wêneyên Greta Thunberg ê binçavkirî weşand. Di wêneyan de, Greta Thunberg bi kefiyek tê dîtin. Ji aliyê din ve Greta Thunberg dîmenên polîsan ên di dema çalakiyan de ketine avahiyê li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir.
 
Avahiya zanîngehê hat dagirkirin
 
Di daxuyaniya xwendekaran a li ser Instagramê ya der barê protestoyê de wiha hat gotin: "Her çendî rewşa Filistînê xerabtir dibe, Zanîngeha Kopenhagê hevkariya xwe ya bi saziyên akademîk ên li Îsraîlê re didomîne.” Her wiha hat ragihandin ku avahiya rêveberiya zanîngehê jî bi daxwaza boykota akademîk hatiye dagirkirin.